Hatîce Çelîk a li Êlihê rastî êrîşa bi kêran hat jiyana wê di xeterê de ye
Xetera jiyanî ya Hatîce Çelîk a ji ber êrîşa ji aliyê mêrê bi navê Lutfu Mîlîg ê ku 2 sal berê dev jê berdabû bi giranî birîndar bû, berdewam dike.
Xetera jiyanî ya Hatîce Çelîk a ji ber êrîşa ji aliyê mêrê bi navê Lûtfû Mîlîg ê ku 2 sal berê dev jê berdabû bi giranî birîndar bû, berdewam dike. Hat hînbûn ku dayika 4 zarokan Hatîce Çelîk piştî hevberdanê di mehên dawî de ji aliyê kiryar ve rastî gefên "Vegere cem min an ez ê te bikujim" hatiye.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Elih – Du roj berê li Êlihê ku di nava meha Nîsanê de 6 jin rastî tundiyê hatin û 2 jinên ku tundiyê dîtin hatin qetilkirin, nûçeyek nû ya êrîşek li dijî jinek hat. Hatîce Çelîk di bûyera ku li Parka Kînemê ya li taxa Şafakê ya li navenda bajar pêk hat de ji aliyê mêrê bi navê Lûtfî Milîg ê ku dev jê berdabû rastî êrîşê hat. Hatîce Çelîk di êrîşa bi kêran de ji 14 cihên xwe bi giranî birîndar bû. Hat hînbûn ku xetera jiyanî ya Hatîce Çelîk a ku piştî bûyerê rakirine nexweşxaneyê berdewam dike, Lûtfî Mîlîgê ku êrîş pêk anî hat girtin û şandin girtîgehê.
Di nava mehekê de ji 6 jin rastî tundiyê hatin 2 ji wan jiyana xwe ji dest dan
Li Êlihê ku yek ji bajarên tundiya li ser jinan bi awayekî zêde tê jiyîn, hejmarên ku zêde dibe her kesê dixe nava fikaran. Di meha dawî de di bûyerên hatin jiyîn de 2 jin hatin qetilkirin, 4 jinên rastî êrîşan hatin û bi giranî birîndar bûn, di kêliya dawî de xwe li jiyanê girtin. Dema ku êrîşên li pey hev çêdibin ji aliyê jinên bajêr ve rastî bertekan hat, ji nedîtî ve nehat dîtin ku xala hevpar a jinên rastî êrîşan hatine, tundiya ku di raboriya xwe ya dîtine û girtina biryarên dûrxistinê ye.
Hatîce Çelîk 2 sal berê dev jê kiryar berdabû!
Hatîce Çelîk a ku 2 roj berê rastî êrîşa Lûtfî Mîlîg hat, li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê dide. Li gorî agahiyên ku ji malbata Hatîce Çelîk hatin girtin, Hatîce Çelîk a dayika 4 zarokan 2 sal berê dev jî êrîşkar Lûtfî Milîg berda. Hat hînbûn Hatîce Çelîk a ku beriya dev jê berde 9 sal zewacek bi tundî û heqaretê derbas kiriye di vê pêvajoyê de gelek caran biryara dûrxistinê standiye. Hat diyarkirin ku Hatîce Çelîk a ji ber tundiyê ji malê derket bi gotina kiryar ku gotiye "Min tobe kir” û mudaxaleya malbatan vegeriya malê, piştî vegerê ji ber berdewamkirina tundiyê dev jê berda.
Piştî ku du sal di ser derketina wê ya ji malê de derbas bû hat hînbûn ku kiryar di mehên dawî de gefên wekî "Ger tu venegerî ez ê te bikujim" li Hatîce Çelîk xwariye. Pazerên malbetê ku diyar kirin piştî êrîşê gef hatine xwarin, dan zanîn ku Hatîce Çelîk li 14 cihên xwe hatiye kêrkirin û xeteriya wê ya jiyanî berdewan dike.
Jinên endamên navendê: Em ê şopdarên pêvajoyê bin
Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê bi daxuyaniyeke li ser medyayê bertek nîşanî êrîşê da. Jinên endamên navendê yên çûn nexweşxaneyê malbat ziyaret kirin wiha axivîn: “Me duh malbata Hatîce Çelîk a li Parka Kînemê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hatibû kêrkirin li nexweşxaneyê ziyaret kir. Em hêvî dikin ku Hatîceya niha xeteriya wê ya jiyanî berdewam dike, di zûtirîn demê de baş bibe. Em dizanin ku sedema her roj zêdebûna tundiya li ser jinan polîtîkayên bêcezatiye ne. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê şopdarên pêvajoyê bin.”