Hanim Benzer a hem şîdetê didît hem jî zexta hewîtiyê li ser bû mirî hat dîtin!
Di mirina Hanim Benzer a 2 roj berê li Pirsûsê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da de hûrgiliyên nû hatin bidestxistin. Hat hînbûn ku Hanim ji aliyê A.B yê ku pê re zewicîbû ve her dem tundî dîtiye û rastî zexta hêwîtiyê hatiye, bi gotina "krîza dil de
MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha- Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 22'ê Nîsanê de dayika 4 zarokan Hanim Benzer a 45 salî bi awayekî guman mirî hat dîtin. Di bûyera ku li gundê Çengelî yê giredayî navçeyê pêk hat de xizmên wê yên ku demeke dirêj agahî ji Hanim Benzer nedigirtin, di encama lêgerînê di wê di goveke gund de bi awayekî jiyana xwe ji dest dayî dîtin. Cîranên wê diyar kirin ku Hanim Benzer demeke dirêj ji aliyê hevserê xwe A.B. ve rastî tundiyê hatiye û ji ber zexta hevjîna duyemîn qebûl nekiriye ber bi întiharê ve çûye.
Şîn li du cihên cuda hat danîn!
Piştî mirina Hanim Benzer a ku hat hînbûn bi şêwaza berdêl hatiye zewicandin, cenazeyê wê ji aliyê malbatê ve hatiye girtin û destûr nehatiye dayîn ku A.B. û malbata wî tevli merasîma cenaze bibin. Heval û cîranên Hanim Benzer ku em bi wan re li ser bûyera hem li aliyê malbata wê ve hem jî li aliyê mêrê ku pê re zewicî bû re cuda cuda taziye hatiye danîn axivîn, hûrgiliyên bûyera hatî jiyîn parve kirin.
Wekî bûyera “krîza dil” wê dibin nexweşxaneyê!
Jinên gund ên ku îdia dikin Hanim Benzer hem bi malbata xwe re hem jî bi mêrê ku pê re zewicîbû re li hev nedikir, diyar kirin ku Hanim demeke dirêj ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve rastî tundiyê hatiye. Li gorî agahiyan ev demeke dirêj e mêrê ku pê re zewicîbû hevjîna duyemîn dixwest, diyar kirin ku Hanim Benzer bi salan di bin vê zextê de jiyaye. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, hat hînbûn ku Hanim a ku tê îdiakirin bi xortoma avdanê jiyana xwe ji dest daye, roja bûyerê bi gotina "krîza dil derbas kiriye" birine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Tevî ku tê îdiakirin bi xortome jiyana xwe ji dest daye hê jî sedema mirina jina ku di stûyê wê de birînên bi kêrê heye, nehat hînbûn.
Hem tundî didît hem jî zexta hêwîtiyê lê dihat kirin!
Jinan der barê bûyerê de ev tişt anîn ziman: “Bi awayê berdêl zewicîbû. Malbata wê nehişt kes beşdarî merasîma cenazeyê wê bibe. Her dem rastî tundiyê dihat. Hevjînê wê digot dê bi ser wê de bizewice wê jî qebûl nedikir. Tiştê ku wê jinê nejiya nema. Hevjînê wê nedihişt telefonê jî bi kar bîne. Telefona ku dayika wê jê re standibû jî ji wê girt. Wê bi awayekî darvekirî dîtine. Gava ku em bihîst em gelekî matmayî man. Me fêm nekir ku çawa çebûye. Herdu alî jî tiştekî nabêjin.”