Gultan Kişanak piştî 7 sal û nîv li Amedê ye

Gultan Kişanak a li Amedê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin, wiha got: “Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket, mîna Kobanê bi ser ketî. Dê doza kompasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê.”

Navenda Nûçeyan- Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku duh ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê tehliye bû, piştî 7 sal û nîvan hate Amedê.

Gultan Kişanak, li Balafirgeha Amedê ji hêla hevşaredarên bajarê mezin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û jinan ve bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Gultan Kişanak a ku bi çîçekan hate pêşwazîkirin, yek bi yek hemû jin hembêz kir. 

‘Em ê tevahiya hevalên xwe azad bikin’

Gultan Kişanak li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Heta tevahiya hevalên me azad nebin em jî azad nînin. Kobanê, encama wijdanê ye. Piştre jî weke doza kompasê ya Kobanê anîn pêşiya me. Hêj jî wisa didome. Me careke din derfeta wijdan û bêwijdaniyê, fêmkirin û dîtinê dît. Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket. Mîna serkeftina Kobanê. Dê doza kompasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê. Em jî dê tevahiya hevalên xwe azad bikin. Em ê bi hev re li Amedê govenda azadiyê bigerînin. Em îro kêm in, hinek birîndar in. Hevalên me di dilê me de ne, dê di têkoşîna me de bi me re bin. Ew jî wisa dixwazin.”

‘Min silav û hêviya têkoşînê ya hemû hevalan anîn’

Gultan Kişanak, silavên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ragihand û peyama Yuksekdag a îro wiha bi bîr xist: “Silavên Serok Fîgen ji bo her kesî  hebûn. Gelek silavên wê ji bo gelan hebûn. Got; ‘Me bi saya berxwedanê xwe gihand van rojan. Dê ji vir û şûnde jî wisa bidomînin.’ Peyama wê ya îro we jî dît. Dibêje ‘Bila kesek serê xwe netewîne.’ Biryara têkildarî me hatiye dayîn, sedema têkoşînê ye. Bêguman em xemgîn bûn. Ev biryara derhiqûqî û neheq, berdewamiya kompasê bû. Em ê vê jî derbas bikin. Min silav û hêviya têkoşînê ya hemû hevalan ji bo Amedê anîn.”

Gultan Kişanak û kesên pê re piştre derbasî Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bûn.