Gulşîfteh Farahanî bû seroka juriya mihrîcana Fîlman a Deauville
Hunermenda Îranê Gulşîfteh Farahanî dê serokatiya jurî ya Mihrîcana Fîlman a Deauville ku wê li Fransayê bê li darxistin bike.

Navenda Nûçeyan- Serokatiya juriya 51’emîn Mihrîcana Fîlman a Amerîkan Deauville ku wê li Fransayê bê lidarxistin bû para lîstikvana Îranê Gulşîfteh Farahanî. Mihrîcan dê di navbera 14-23’ê Îlona 2025’an de were lidarxistin.
Di juriyê de navên wek Thomas Cailley, Eye Haidara, Katell Quillevere, Vincent Macaigne, Benjamin Millepied û Emilie Tronche cîh digrin.
Îsal di mêhrîcanê de wê xelata serkeftina jiyanê bidin Pamela Anderson, xelata rûmetê Kim Novak dê bigre. Krîsten Stewart jî hem wê xebata xwe ya yekem a derhêneriyê bi ‘Chronology of Water’ bide nasîn, hem jî fîlmê ku jê hez dike, bi temaşevanan re parve bike.
Gulşîfteh Farahanî, wê ji hunermendên wek Darius Khondji, Leila Hatami û Marjane Satrapi ku cara yekem bûne endamên juriya Deauville cûdatir, îsal cara yekem erka serokatiya juriyê bigre.