Gulnaz Karataş li Til Temir, Şengal û Helebê hat bibîranîn

Jinên ji navçeya Til Temira Hesekê bi boneya 30’emîn salvegera wê Gulnaz Karataş bi bîr anîn. TAJÊ jî bi daxuyaniyeke nivîskî Gulnaz Karataş bi bîr anî û hat gotin ku jin bi xeta wê hebûna xwe diparêzin.

Navenda Nûçeyan – Di nava tevgera azadiya Kurdistanê de gelek jinên pêşeng derketin yek ji wan jî Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan bû ku li dijî teslîmiyetê rêya berxwedanê hilbijart xwe ji zinaran avêt û jiyana xwe ji dest da. Gulnaz Karataş a bû xeta berxwedana jinan û bû sembola artêşbûna jinên Kurd di 30’emîn salvegera xwe de li Til Temirê hat bibîr anîn. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi boneya 30’emîn salvegera Gulnaz Karataş daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Me hêza xwe ya parastinê YJŞ li ser bingeha xeta berxwedanê ya Berîtan ava kir.”

Til Temir

Li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongra Star bi beşdariya bi dehan jinan li saziya malbatên şehîdan semînerek da.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Rêvebera Kongra Star Raperîn Nûrheq li ser jiyan û têkoşîna Ş.Bêrîtan wiha axivî; "Bêrîtan li dijî êrîşên derve û hundir li ber xwe dida û têkoşîneke dîrokî daye meşandin. Bêrîtan jineke pir zana bû, heya bi wê zanist û zanebûna xwe gihîşt asta şehadetê û bi wê şehadetê re xeta jinên azad diyar kir. Îro bi hezaran gerîlayên jin li serê çiyayên Kurdistanê li pey xeta Zîlan û Bêrîtanê ne. Dema ku keça Dêrsimê serî hilda gelê Dêrsimê rabû ser piyan. Keça Dêrsimê îro bûye ronahî û xeta hemû jinên her çar aliyên Kurdistanê. Divê em jî xeta Bêrîtanan di warê bîrdozî, siyasî, çandî û leşkerî de biparêzin."

Şengal  

Li Şengalê jî bi heman wesîleyê ji aliyê TAJÊ ve daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê di sala 1992’an de li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayan êrîşek  berfireh dan destpêkirin. Ruxmê bi hezaran leşker û xiyanetkar beşdar bûn jî nikaribûn li hember berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê tiştek bikin. Di  25’ê Cotmeha 1992’an de ji aliyê xiyanetkaran ve  derdora gerîlayan hat girtin û banga “teslîmbûnê” li wan  kirin. Li dijî  xîyanetê  lehengên gelê Kurd xeta berxwedanê hilbijartin. Bi teybetî Bêrîtan bû remza vê  berxwedaniyê û dijmin matmayî hişt.

‘Me hêza xwe ya parastinê li ser xeta Bêrîtan ava kir’

Dema ku  di 3.8.2014’an  de DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir, cîhan li hemberî van  êrîşên  hovane  bêdeng ma û PDK’a ku bi 11 hezar peşmergeyan ve li Şengalê  bû, ji  êrîşên heyî re bû hevkar. Dema gerîlayên azadiya  Kurdistanê  hatin  Şengalê, gerîlayên jin ji bo jinên Êzidî bûn  hêviya vejînê. Gerîlayên YJA STAR’ê jinên Êzidî ji bo avakirina hêza xweparastinê teşwîq kirin û hêza parastina jinên Êzidî YJŞ'ê ava kirin. YJŞ bûye hêvî û temînata siberoja jinên Êzidî. Hêza wê heye ku tola jinên Êzidî yên di êrîşa DAIŞ'ê de hatine qetilkirin, dîlgirtin û di bazaran de tên firotin bistîne.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) me di şexsê gerîlayên YJA STAR’ê de xeta berxwedanê ya Bêrîtan dît û em bûn şahidên berxwedana wan. Me hêza xwe ya parastinê YJŞ li ser bingeha vê xeta berxwedanê ava kir.

Dîsa li ser bingeha xeta berxwedanê ya Ş.Bêrîtan em  weke hemû jinên Êzidî, em ê xwe bi rêxistin bikin û li dijî komên  îxanetkar meşaleya azadiyê bilind bikin. Em bang li hemû jinan, di serî de li jinên Êzidî dikin ku li ser xeta berxwedanê ya Ş.Bêrîtan têkoşînê bilind bikin. Di heman demê em di 30’emîn salvegera şehadetê de  bi rêzdarî şehîd Berîtan bi bîr tînin.”

Xeta berxwedanê ya jinên Kurd: Gulnaz Karataş

Gulnaz Karataş di sala 1971’an de li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Dibistana Seretayî li bajarê Elezîzê temam kiriye. Gulnaz Karataş di sala 1990’an de tevlî nava refên azadiyê dibe.

Di 25’ê Cotmeha 1992’an de Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan, di şerê dewleta Tirk û çekdarên PDK’ê dijî gerîlayan de, ji bo ku nekeve destê dijmin heya dawî şer kir. Piştî ku guleyên çeka wê xilas bû, xwe ji çiya avêt û şehîd bû. Xeta Gulnaz Karataş – Bêrîtan a berxwedanê ji bo jinên Kurd bû xeta berxwedan, têkoşîn û artêşbûna jinên Kurd.

Heleb

Li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê ji bo bîranîna 30’emîn salvegera Gulnaz Karataş civînek hat li dar xistin û sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna jina Kurd a berxwedêr Gulnaz Karataş hat temaşekirin.

Li ser navê rêveberiya Kongra Star Roşîn Musa ya di civînê de axivî da diyarkirin ku Gulnaz Karataş mîrateya têkoşînê ji bo jinan ava kiriye û got; “Em weke jin hêza xwe ji têkoşîn û berxwedana xwe ji rêheval Bêrîtan digrin. Heval Bêrîtan îxanetê qebûl nekir, rêya têkoşîn û berxwedanê ji xwe re kir xeta jiyanê. Em dibînin ku îxaneta PDK’ê ya bû sedema şahadeta rêheval Bêrîtan heya roja me ya îro jî berdewam dike.”

Piştî axaftina Roşîn Musa sînevîzyonek der barê jiyan û têkoşîna Gulnaz Karataş de sînevîzyonek hat temaşekirin.

Bi bîr anîn bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bidawî bû.