Gulîxan Tahir: Sala 2022'an ji bo Gelê Kurd saleke diyarkirina çarenûsê ye
Rêvebera Rêxistina Kongreya Star a Til Temirê Gulîxan Tahir geşedanên dawî ya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têre derbas dibe bi berfirehî nirxand û tekezî li ser girîngiya yekîtiya Gelê Kurd beriya dawîbûna hevpeymana Lozanê di sala 2023'an de kir û got ku îsal saleke çarenûsê ye ji bo Gelê Kurd.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Rojhilata Navîn bûye navenda şerê cîhanî, ji lewra êrîşên ku îro tên kirin herî zêde li Sûriyê ye û hêzên ku destwerdana Sûriyê kirin e li şûna ku di civînên Astana û Cenevreyê de çareseriyê ji kirîza Sûriyê re bibînin, pilanên dagirkirin û parçekirina wê têne pilankirin. Têkildarî mijara geşedanên dawî yên li ser herêmê, daxuyaniya Şandeyê Taybet yê Emerîkî ji Sûriyê re James Jeffrey û Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û gelek mijarên din, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîxan Tahir bi rengekî berfireh nirxand.
'Li dijî êrîşan sivîl rê û rêbazên parastinê ava dikin û teknîka dijmin pûç dikin'
Gulîxan di destpêka axaftina xwe de êrîşên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî wê tê anî ziman û wiha got: "Gelê Rojava û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelekî şoreşger dihate nasîn, lê piştî êrîşên ku dewleta tirk a dagirker li ser herêmê zêde bûn girêdana gel jî bi kok û axa xwe ve, ji bo parastina nirx, rûmet û welatê xwe ve diyar bû ev pênasekirin piştrast bû. Li hember êrîşên dagirkeran sivîlan jî rê û rêbazên parastinê ava kirin e. Di kêliyên topbaran dest pê dike sivîl xwe dispêrin qiraxa çemekî ango li kêleka pirekî, yan jî carcaran ji gund derdikevin û dema ku topbaran radiweste, vedigerin jiyana xwe ya normal. Her wiha li gelek gundan jî sivîlan binerd ji xwere çêkirin e, da ku xwe ji top û hawanan biparêzin. Sivîl êdî fêrî vê yekê bûne ku di nava agir û topbaranê de çawa jiyana xwe bidomînin."
'Bi avêtina dewriyan, belgekirina ziraran û hevdîtinên bi sivîlan re dixwazin gel bixapînin'
Gulîxan behsa helwesta Rûsiya û Emerîka derbarê êrîşan de bibîr xist û ev yek anî ziman: "Hevpeymana ku di Cotmeha 2019'an de navbera Emerîka-Rûsiya û Tirkiyê de hate îmzekirin, pêk nayê. Ji ber dewleta tirk a dagirker ji saetên destpêkê a îmzekirina hevpeymanê ew bin pê kir û êrîşên xwe domandin. Hevpeyman tê binpêkirin zarokên yeksalî tên şehîd xistin, lê ne Emerîka û ne jî ji aliyê Rûsiya ve helwesteke cidî û zelal a hember dagirkeran heye. Tevî ku dewriyên Rûsiya û Emerîka jî carcaran li Til Temir û Zirganê û gundewarên ku tên hedefgirtin diavêjin, lê bê encam e. Dewriyên Emerîkî li gundên ku tên hedefgirtin digerin, hevdîtinan bi sivîlan re dikin û qaşo zirarên ku dîtine belge dikin û dixwazin sivîl bi aramiyê hîs bikin. Lê di rastiyê de lîstokek heye, ji ber ku bersiva dijminê ku van sivîlan, mizgeft û cihên olî û pîroz dike hedef nade. Di vê navberê de lîstokek heye û dixwazin gel pê bixapînin û sivîlan di bin topbaranan de dihêlin. Tirkiyê endama NATO ye, êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên pêkanîn, giştî NATO berpirsiyara wê ye."
'Daxuyaniya James Jeffrey rûsipîtiyeke ji raya giştî û dirûtî ye ji herêmê re'
Gulîxan daxuyaniya ku Şandeyê Taybet yê Emerîkî ji Sûriyê re James Jeffrey derbarê komên ku li herêmên dagirkirî binpêkirinan dikin de berî çend rojan de dabû bibîr xist û ev yek anî ziman: "James Jeffrey bi rêya daxuyaniya ku da ye, dixwaze rûyê xwe di ber raya giştî de spî bike û xwe wekî piştgirê kesên ku li herêmên dagirkirî rastî binpêkirina tên bide nîşandan. Eşkere diyar e ku Emerîka dirûtiyê li herêmê dike, çimkî binpêkirinên li herêmên dagirkirî tên kirin li herêmên rizgarkirî jî hene(Gundên di xeta agir de, ji Til Temir heya Zirgan, Eyn Îsa, Kobanê û Şehba). Diyar e ku Jeffrey bi rêya daxuyaniya ku da ye, xwestiye ku zextekê li dewleta tirk bike tevî ku di êrîşên dagirkeriyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hevkar in, lê di demê pêş de armanca daxuyaniyê wê eşkere bibe."
'Hikûmeta Sûriyê bûye sedema dagirkirn û parçekirina Sûriyê'
Gulîxan da payin ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad gotibû ku QSD'ê û projeya Rêveberiya Xweser parçebûnê armanc dike, der barê vê daxuyaniyê de jî ev yek anî ziman: "Ji 2016'an de Sûriyê li ber çavên dewleta Sûrî parçe dibe, ji bilî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser û Hêzên QSD'ê de. Ev herêm bi hevbeşbûna xwe tê nasîn. Her wiha li vir netew bi rê û resmên xwe yên olî û çandî ve radibin heman wextê de jî her kes ji kîjan netewî dibe dikare bikeve cihê biryarê. Li aliyekî din ev herêm bûye stargeha koçber û penaberên ku ji gelek bajar û parêzgehên Sûriyê ve tên. Civînên ku çareseriya kirîza Sûriyê dikin armanc her têk diçin û li şûna ku aloziya Sûriyê çareser bikin, kelemên nû ava dikin. Ji ber wê ye ku îro bi sedan km ji xaka Sûriyê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Her wiha divê ku helwesteke Hikûmeta Sûriyê jî hember dagirkeriya tirk hebe. QSD'ê êrîşî sînorê tu dewletê nekiriye û cûdahî nexistiye navbera gelekî ango netewekî ku li ser xaka Sûriyê dijîn. Civînên ku ji bo çareseriya kirîza Sûriyê dihatin lidarxistin, pilanên dagirkerî û parçekirina Sûriyê dihatin pilankirin. Di bingeh de em dikarin vê yekê jî bêjin ku Hikûmeta Sûriyê bûye sedema parçekirina Sûriyê. Piştî her civînek cenevrê û Astana parçeyek ji Sûriyê dihate dagirkirin."
'Hewl dide di dawiya peymana Lozanê de, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tevlî sînorê xwe bike'
Gulîxan da xuya kirin ku salek ma ye sed salê hevpeymana Lozanê bi dawî bibe û behsa rewşa herêmên dagirkirî û siberoja wan kir: "Salek ma ku hevpeymana Lozanê bi dawî bibe û sed sala wê biqede. Tirkiyê her hewl dida û dide jî ku ji Efrînê heya Mûsilê herêman dagir bike. Ji Herêmên parastina medya yê heya Şengal, Qamişlo û gelek deverên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Li herêmên dagirkirî êrîşên hundirîn, binpêkirin û dizîna tûrîzmên dîrokî jî rû dide û guhertineke demografî jî heye. Dagirker hewl didin ku rûyê erdê jî bi xwe re bidin guhertin. Darên Zeytûnê ên Efrînê yên ku dibirin û didizin derbasî tirkiyê dikin. Bi vê yekê dixwazin ku di sedsala nû de herêmên dagirkirî tevlî tirkiyê bikin, çawa Lîwa Îskenderon dagir kirin dixwazin Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî wiha bikin."
'Saleke çaresnûsî ye ji Gelê Kurd re'
Gulîxan di dawiya axaftina xwe behsa parastina destkeftiyên Gelê Kurd li sernaserî Kurdistanê kir: "Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin, êrîş rojane li ser Şengal, Başûr û herêmên parastina medya hene ji lewra yekîtiya Gelê Kurd ji hemû wextan niha ferztire. Da ku em herêmên xwe tev destkeftiyên şoreşê biparêzin, divê ku demildest yekîtiyeke çêbibe û armanca wê jî rizgarkirina herêmên dagirkirî be. Çimkî di sedsala nû de û niha jî êrîş û pilanên dagirkeran li ser kurdan hene. Em vê salê ji bo berjewendiyên Gelê Kurd qezenc bikin û qirkirinan rawestînin."