Gulistan Kiliç Koçyigît: Mirov di şewatê de bêçare hat hiştin

Cîgira Serokê Koma DEM’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî mûdaxileya dereng a agirê li Amed û Mêrdînê da û got, “Em dibînin dewleta ku divê alîkariya welatiyan bike li wir nîne. AKP gel bêçare hiştin.

Navenda Nûçeyan-Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya li Meclisê de geşedanên di rojevê de nirxandin. Koçyîgît a bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da, diyar kir ku çalakiyên li dijî vê dane dest pê kirin dê bidomînin. 

Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bilî kesên di şewata Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dane û hêj tedawî dibin bal kişand ser sewalên jiyana xwe ji dest dane. Koçyîgît, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê tu qiymeta canê welatiyan nîne û wiha got: “Mixabin aqlê dewlet û desthilateke ku li welat, hemwelatiyan bifikire nîne. Em bi desthilateke ku hewl dide desthilata xwe li ser piyan bihêle re rûbirû ne. Li vî welatî 10 hemwelatî kom bûn mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikarbîne, em ê TOMA, jop, polîs û gaza dewletê bi awayekî lez bibînin. Lê heke li holê karesatek hebe, şewatek derkeve, erdhejek çêbibe, lehiyek rabibe em dibînin ku dewleta divê li wir be ne li wir e. Em dizanin ku gel terkî qedera xwe tê kirin û bi derfetên xwe hewl dide birînên xwe derman bikin. Me niha li şewata li Mêrdînê jî heman dîmen dît. AKP’a ku di qedexe û zextan de leza wê nayê nîqaşkirin, dema erdhej be, lehî be şewat be bi leza kûsî tevdigere û mirovan bi awayekî bêçare li holê dihêle.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît mudaxile nekirina şewatê bi bîr xist û wiha got: “Tirkiyeya ku hêj sala par ji bo şewata li Yewnenîstanê du balafir û helîkopterek şand, dema gotûbehs dibe herêma ku kurd lê dijîn, dibe kurd, dibe bi milyonan xizanên li welat ne balafir ne jî helikopter hene.” 

Bal kişand ser gotinên welatiyan

Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi lêv kir ku AKP’ê walîtiyan û medyaya hawiz gotinên xwe kirine yek û hewl didin DEDAŞ’a ku berpirsyar e derxînin paqijiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herkesê got ku şewat ji ber şewitandina pirêzeyan derketiye. Wezîrê Karên Hundir li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev yek anî ziman. Helbet rastî wiha nîne. Lê binêrin em roja şemiyê bi her du hevserokên xwe yên giştî re bi hevalên xwe yên parlamenter û hevşarên xwe re çûn serdana mirovên me yên li herêmê dijîn û sersaxî ji wan xwest. Me her welatiyê li wir guhdar kir. Vê dibêjin ‘me bi dehan daxwazname dan, em gelek caran çûn DEDAŞ’ê ji wan re got werin têlan tamîr bikin, dest ji xizmeta bi avadaniya beriya 40 salan tê dayîn berdin, ev ji bo şewatê dibin xetere lê kesekî ku me guhdar bike derneket’.”

‘Şewat ji ber têlên ceyranê derketiye’

Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina xwe wiha domand: “Lê tevî van hemûyan çi bû? Bi awayekî bizanebûn manîpulasyon hate kirin û weke ku şewat ji pirêzeyan derketibe ferasetek hate avakirin. Lê ne tenê îfadeyên şahidan. Binêrin raporên odeyên pîşeyî yên li herêmê hene. Her wiha odeyên pîşeyî di kêliya ewil de çûn, li herêmê lêkolîn kirin û pêşraporek weşandin. Di vê pêşraporê de jî bi awayekî zelal tê dîtin ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Wê demê em vê bibêjin. Niha tevahiya cejnê DEDAŞ’ê gel bê ceyran hişt, dîsa ji ber ceyranê gelek gund bêav man. Gundiyên wê derê gotin ji ber voltaja bilind dema ceyran hat şewat derket.

‘Ketina parlamenteran hat astengkirin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku malbatên DEDAŞ berpirsyar dîtin ji hêla parêzvanên walî ve hatine derbkirin û wiha domand: “Her wiha Waliyê Mêrdînê, parlamentera me Saliha Aydenîz asteng kir. Binêrin, parlamenter, hevşaredar û endamên me yên meclisê yên ji roja destpêkê ve di nav gel de, êşa gel parve kirin û hewl dan birînên wan derman bikin hatin astengkirin. Bi kîjan sedemê wiha dikin? Parlamenterên me di tevahiya şevê de telefon bo walîtiyên Mêrdîn û Amedê vekirin. Dê daxwaza helîkopter û alîkariyê bikirana lê telefonên wan venekirin. Waliyê telefon venekirî îcar hate şînê û li wir ketina parlamenteran asteng kir. 

‘DEDAŞ bûye sedema mirina 15 mirovên me’

Çi bû? Gel bertek nîşan da. Berjewendiyên walî û DEDAŞ’ê yên hevpar hene. Gelo çi têkiliyên we bi DEDAŞ’ê re hene? DEDAŞ ji bo we çi îfade dike? Dema ev tişt diqewimin gelo DEDAŞ têlên ceyranê tamîr dike? Na. Bi rastî jî DEDAŞ a bûye sedema mirina 15 mirovên me, ji bo kêmasiyên heyî sererast bike dixebite? Na. Derheqê gundiyê ku bi çavên xwe bûye şahid ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye de serlêdana sûc kirin. Ev yek jî nîşan dide ku hevparên sûc in. Em dizanin ku DEDAŞ saziyeke zilmê li gundî û cotkaran dike. 

Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê rapora xwe eşkere kir. Hûrgiliyên raporê hene lê ez ê du tespîtan bi we re parve bikim. Di raporê de tê gotin ku şewat ji ber kêmasiyên di nihêrtina xetên ceyranê de derketiye. Tê gotin ku îzalatorên di stûnên ceyranê de şikestî ne û ev yek rê li ber şewatê vedike. Her wiha li deverên xetên ceyranê jê re derbas dibin jî tu tevdîr nehatine girtin, gihayê li bin stûnên ceyranê nehatiye jêkirin. Ji hêla teknîkî kêmasî hatine rêzkirin. 

 Bi heman awayî, dîmenên şewata li gundê Xîral a Dêrikê ji ber têlên ceyranê derketî jî derketin holê. Di dîmenan de xuya dike ku têlên ceyranê ji ber hewayî ji hev digirin û çirûsk dikevin û şewat derdikeve. Her wiha Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê jî raporek amade kir. Niha jî pêşrapora dozgeriyê heye. Di rapora şandeya kesên pispor de tê gotin ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye.”

‘Saziya Tiba Edlî wek dijmin nêzî girtiyên nexweş dibe’ 

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pakêta bacê ya ku tê payîn were rojeva Meclisê û vê pêşnûmeyê wek “pakêta xeracê” bin av kir. Koçyîgît bal kişand ser girtiyên jiyana xwe ji dest dane û got: “Saziya Tiba Edlî wek dijmin nêzî girtiyên nexweş dibe. Astengiya herî mezin a li pêşiya berdana girtiyan Saziya Tiba Edlî ye. Ji ber vê astengiyê girtî dimirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê; di sala 2023’yan de 43 girtiyan li girtîgehan jiyana ji dest dane. Lê mixabin Wezîrek Dadê ku gotinekê ji vê re bêje nîne. Wezîrek Dadê ku li ber vê rewşê rabe tune ye. Mirina 43 girtiyan ne ji rêzê ye. Mirina wan cînayet e. Hikûmet û wezareta dadê bi xwe berpirsiyarên van mirinan e. Heke edalet li vî welatî were tesîskirin, divê hikûmet û wezaret hesab bidin û werin darizandin.” 

‘Parlamenterên me dixwazin biçin Îmraliyê’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Meseleyek din jî a li girtîgehan pergala tecrîdê ye. Li Girtîgeha Îmraliyê 4 sal û 3 meh in malbat nikarin biçin hevdîtinê. Girtî ji 27’ê Mijdarê ve di çalakiyê de û dernakevin hevdîtina bi parêzer û malbatan re. Malbatên wan dixwazin bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin. Malbat her hefte li ber girtîgehan çalakî li dar dixin. Ji bo ku tecrîd rabe û şert û mercên girtiyan were başkirin. Lê mixabin em der barê vê yekê de tu bersivê hilnadin. Li şûna hevdîtinê û bersivdayînê, Wezîrê Dadê dibêje tecrîd tine ye û ser rastiyan digire. Heke tecrîd nebe, çima hûn bersiv nadin serlêdana 35 baroyan ku ji hezar û 330 parêzeran pêk tên. Heke tecrîd nebe çima hûn bersiva serlêdana parlamenterên me nadin. Parlamenterên me dixwazin biçin Îmraliyê. Çima hûn destûra hevdîtina malbat û parêzeran nadin. Divê Wezîrê Dadê birêz Yilmaz Tunç bersiva van pirsan bide.  

Heta ku li vî welatî pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabin. Tekane rê ew e û pir bi zelalî eşkere ye ku muxatabê çareseriyê birêz Abdulah Ocalan e. Bi muxatabiya birêz Ocalan hemû pirsgirêk dikarin bên çareserkirin û avek li vî agirê siyasetê û aboriyê bê kirin û were vemirandin.”

‘7 bajaran di nava rojekî de 7 jin hatine qetilkirin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser qetilkirina jinan a di 24 saetên dawî de li 7 bajaran pêk hat û anî ziman ku li van 7 bajaran di nava rojekî de 7 jin hatine kuştin. Koçyîgît got berpirsiyarê van qetlîamên jinan desthilatdariya serdest a zilam e. Koçyîgît got ew hemû jinen hatine qetilkirin bibîr tînin.