Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Divê komîsyon tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike” û diyar kir ku divê hemû kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê têkoşîn bike.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşxistin û Çandê ya Gêxî-Azarpêrt-Xorxol-Çêrmeyê (KAYY-DER), li eywaneke dawetan a li navçeya Umraniya ya Stenbolê hevdîtina bi gel re li dar xist. Di hevdîtîna gel de Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, axivî.
‘Birêz Ocalan rêyeke nû vekir’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêyeke nû vekiriye û ya dikeve ser milê wan jî berfirehkirina vê rêyê ye. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: “Tekane rêya ku Tirkiye li hemberî geşedanên li Rojhilata Navîn xwe ser pêyan bigire, çareserkirina pirsgirêka Kurd e. PKK ne sedema pirsgirêka Kurd e. Em qala pirsgirêkeke sed sal e didome dikin. Pirsgirêka înkarkirina Kurdan heye. Lewma pirsgirêk tenê bi çekberdana PKK’ê çareser nabe. Heke Tirkiye demokratîk bibe pirsgirêk dikare çaresr bibe. Du peywirên komîsyonê hene; yek ji wan civakîkirina aştiyê û ya din jî amadekirina yasayên pêwîst e. Beşa ewil êdî piranî qediya. Niha jî dora avêtina gavên têkildarî sererastkirinên yasayî ye. Lê hêj tu gav nehatine avêtin. PKK’iyên çek berdane venegeriyan welat. Ji ber ku zemîneke yasayî nîne. Divê mercên yasayî bên avakirin. Divê komîsyon tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Ji bo vê divê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Divê yasayên veguhêz bên kirin. Ji bo girtiyên siyasî û kesên ji neçarî sirgûn bûne sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê di yasayên înfazê de guhertin bên kirin û TMK û CMK bên guherandin.”
‘Divê em li her derê têkoşînê bidomînin’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, balkişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî mafê hêviyê û got: “Dibêje ‘komîsyon dikare mafê hêviyê ji meclisê derbas bike.’ Ji bo cîbicîkirina mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan divê em li her derê têkoşînê bidomînin.”