Gulistan Doku mînakek bû: Li Dêrsimê jin û ciwan hedef in

Jinên Dersimê li dijî polîtîkayên şerê taybet bang li jin û ciwanan kirin ku xwe birêxistin bikin û gotin: “Yên ku li qada rêxistinbûyî cih nagirin, zû tên xistin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim - Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku bi şîara “Em ê nehêlin xweza û îradeya me bê desteserkirin” cara 22’emîn tê lidarxistin, piştî bernameya 4 rojan bi dawî bû. Di mîhrîcana ku bal hat kişandina ser gelek mijaran de, hem bawerî, hem jî zimanê zikmakî û hem jî pirsgirêkên heyî yên dijî jinan de hatin nîqaşkirin. Meşa jinan a di mîhrîcanê de bi şîara “Keda xwe, dengê xwe, dilê xwe bigre û were” bi coş derbas bû.

Jinên ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” meşiyan, bal kişandin ser pirsgirêkên jinên Dêrsimê yên di demên dawî de dijîn û destnîşan kirin ku weke li her qadê li bajêr jî polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin û ciwanan gihiştiye lûtkeyê.

Gulistan Doku tenê mînakek e

Piştî ku Gulistan Doku di Çileya 2020’an de winda bû û careke din agahî jê nehat girtin, gelek bûyerên tacîz û tundiyê ku dinav de polîs, leşker û rayedarên din ên dewletê cih girtin, rû dan. Di dema ku bûyerên qewimîn bi bêcezakirinê bi encam bû de, derket holê ku di dosyeya Gulistan Doku de destê bazbend heye. Tê diyarkirin ku li bajêr karanîna maddeyên hişbir zêde bûye, banga pêşîgirtina li van polîtîkayên ku zêde dibin û qadên jiyanê yên jinan dike hedef, li her qadê tê kirin. Jinên Dêrsimî yên ku ji ajansa me re vê pêvajoyê nirxandin, diyar kirin ku divê her qad li dijî êrişên sîstematîk bibe qada rêxistinbûnê.

‘Ji bo rêxistinkirina her qadê divê xebat bên kirin’

Sevîm Şayli ya ku ewil li ser mijarê axivî, diyar kir ku li Dêrsimê bi taybet bi nasnameya aborî û etnîkî li hemberî jin û ciwanan rêyeke sîstematîk a êrişan hatiye afirandin. Sevîm Şayli diyar kir ku bi tundî, tacîz, sîxurtî û tiryakê hewl didin ciwanan bixin û got: “Li her derê cîhanê jin rastî polîtîkayên tacîz û tundiyê tên. Lê li Dêrsimê li vir polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Li ser nasnameya etnîkî û baweriya me ya êriş hene. Pêwîste jin zêdetir hişmendiyê pêş bixin, bi hev re bin û xwe bi rêxistin bikin. Divê rêveberiyên herêmî û saziyên fermî jî di vê rewşê de bikevin nava tevgerê. Di vî warî de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê STK yan. Pêdivî ye ku ew her roj hewldanek rêxistinkirinê bidin, ne ji hilbijartin heta hilbijartinê.”

‘Jina ne rêxistinkirî zûtir tê xistin’

Sevîm Şayli got: “Tişta ku dewlet bi tank û topan nikare bike, dixwaze bi polîtîkaya xistinê bike” û destnîşan kir ku di van polîtîkayan de hedefa yekemîn jin û ciwan in. Sevîm Şayli di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev polîtîka li ser jinên xizan ên ji parêzgehên cuda tên, tê meşandin. Dîsa krîza aborî herî zêde bandorê li jinan dike. Di vê rewşê de yek ji faktorên herî mezin jî bêkarî ye, siyasetek li ser vê tê meşandin. Bi polîtîkayên xistinê ciwan û jinan dikin hedef. Tişta ku dewlet bi tank û topan nikare bike, yan bi aborî yan tiryak yan jî bi polîtîkayên cuda hewl dide mirovan bixe. Li vî bajarî împaratoriya tirsê ava kiriye. Jinên ku nayên qada rêxistinkirî, pir hêsantir tên xistin. Ev rewş bi taybetî birîna Dêrsimê ya bi xwîn e. Li Dêrsimê dîsa ciwanên me ji dest tê girtin. Ciwanên tiryakê roj bi roj zêde dibin. Kesên ku dixwazin herin derveyî welat lê nikarin biçin jî bi vê maddeyê tên xistin. Divê hemû sazî li ser vê rewşê bifikirin. Ciwan û jin pêşeroja me ne. Bi van polîtîkayên xwe pêşeroja me tune dikin.”

‘Tiştên diqewimin ne tesaduf, pêkanînên şerê taybet e’

Ji beşdarên mîhrîcanê Evrîm Konak jî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûn û hevgirtinê ya li dijî polîtîkayên şerê taybet. Evrîm Konak got: “Rewşa ku jin li Dêrsimê dijîn, ji hemû rewşa giştî welat cudatir nîne. Îro em li Dêrsimê di hefteya mîhrîcanê de ne. Me di mîhrîcanê de êrişên li hemberî me anî ziman û li ser axivîn. Xweza, çand, zimanê zikmakî dîsa li ser jinê zext, tundî û îstîsmara piralî heye. Weke platforma jinan em hewl didin bi panel û meşên jinan dengê xwe bidin bihîstin. Tiştê ku em îfade dikin ne asayî û jixwede derdikevin. Encama polîtîkayên şerê taybet ên dewlet û sîstemê yên li dijî jinan û hemû kedkaran e. Dema ku hewl didin êrişî mafên me bikin û me ji têkoşînê qut bikin, em ê bi israr dengê xwe bilind bikin. Weke jin em ê hevgirtinê mezin bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku mil bi mil li ber xwe bidin û li dijî van polîtîkayan bibin deng” û destnîşan kir ku li dijî êrişan tekane rêya çareseriyê rêxistinbûn e.

‘Em dikarin azadiyê hîn bêhtir pêş bixin’

Aynur Turan jî wiha got: “Li welat qetilkirinên jinan gelek zêde ye. Kujeran digrin û ji deriyê din berdidin. Bêcezabûn cesaretê dide wan. Divê hem ji tundî, hem ji komkujî û hem jî ji tacîzê re çareserî bê dîtin. Zextên li ser azadiya jinê zêde bûn. Em dikarin rêxistinbûna li bajêr hîn bêhtir pêş bixin. Ez dixwazim ku ev rêxistinbûn hîn zêdetir zêde bibe.”