"Guherîn û veguherîn bi perwerdê pêkane"

Endama Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a kantona Kobanê Hedle Osî behsa asta perwerdeyê li Kobanê kir û wiha got: "Civak di nava dû şoreşan re derbas dibe, şoreşa guhertin û veguhertina hişmendiya baviksalarî û şoreşa azadî, demokrasî, wekhevî û edalet."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Perwerde Rêbertî wek veguhestina danehevên civakê ji bo nifşên nû dinirxîne. Hmeû kombûnên civaka îro, bi perwerdeyên devî û nivîskî çêbûne. Bi taybet perwerdeya jiyanî, ango jiyan wek perwerdeyê girtina dest, taybetmendiyeke mezin ya tevgera meye. Perwerde çêkirin, naskirina ji dîrokê re, sereraskirine. Bi van peyvan mirov dikare wiha perwerdê pênase bike. Pênase an go wateya perwerdê ancax mirov di perwerdeyan re debas bibe ku bikaribe wê peyvê baş şirove bike. Perwerde yek ji hêmanên sereke yê mirov xwe hilpêsêrê û jiyana xwe li ser asasê jiyaneke wek hev, edalet, azad, demokras û hevjiyana azad bi rêve bibe. Kes an go civaka ku ber bi xirabunê be biçe divê yek ser serî li perwerdeyê bide, ji ber ku anca ew bibe cihê çêbûn û lêhurbûnê. Mêjiyê ku neyê perwerde kirin, tu carî nikare bibêje ez têghiştîme û ez dîrok, xwe, civaka xwe û rastiya dijminê xwe dizanim. Piştî şerê heyî ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava hat çêkirin, êdî asta perwerdeyê jî roj bi roj pêş ket û bi xwe re encamên erênî tîne. Perwerde tişta ku mirov jê têr nabe û divê her tim serî lê bide. 
"Bi rêka perwerdeyan dê civak bê guhertin"
Hedle di destpêka axaftina xwe de qala asta perwerdeyê li Kobanê kir û wiha got: "Gelê ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê -Rojava jiyan dikin, bi salane di nava pergalekê re derbas bûn. Mirov çiqas di perwerdeyan re derbas bibe wê kêm bimîne. Ji ber perwerde bê sînore û dawiya wê tuneye. Dema em behsa asta perwerdeyê li Kobanê bikin wê demê divê civak jî xwe pêşbixe. Heya ku civak xwe pêş nexe wê demê civakeke ku hevjiyana azad û bi awayekî demokratîk hemû pêkhatên herêmê bi hevdû re jiyan bikin. Lê hîna jî pêwîstiya gel bi perwerdeyan heye. Ya divê bi awayekî lez û bez xwe perwerde bike jine, jin di milê maf de hatiye çewsandin, jina heya vê kêliyê jî nayê qebulkirin, ji ber ku ew kevneşopiya di nava civakê de ku jin bibe pêşeng red dikin. Her em dibêjin ji bibo kole, lê vê perwerdeyê hişt ku jin dîroka xwe nas bike û li peyî wê heqîqeta xwe keve. Jina ku di civaka xwazayî de her tişt bi dest xistibû, bi destê jinê hemû tişt hatibû afrandin, îroj bi rêka perwerdeyê dîsa em hewl didin ku rastiya û destkeftiyên jinan bi herdû zayendan bidin naskirin. Lê divê civak jî bi rola xwe bileyize ku çawa xwe pêş bixe."
"Civaka perwerdekirî civaka azad e"
Hedle di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku herî zêde perwerde li ser jinan û di heman demê de mêr jî tê dayin û wiha pêde çû: "Di nava perwer deyê de herî zêde em balêdikşînin li ser hevjiyana azad ku çawa di nava her malekê de pêk were. Di nava her malekê de divê wekhevî û edalet hebe, ji ber ku Rêber Apo dibêje malbat dewleta biçûke. Divê her malbat zarokên xwe ji dema ku nû jidayik dibin perwerde bikin, da ku li ser asasê jiyana hevbeş jiyana xwe bidomînin. Di nava civakê de rastiyek heye û li ber çavên her kesî ev tê jiyîn, nimune dema ku zarok ji dayika xwe dibe yek ser tê pirskirin ku cinsê wê çiye. Ev jî wek çanda di nava gel de hatiya rûşkandin, ji bo em van kevneşopiyên civakî dawî lê bînin divê em xwe perwerde bikin. Dema ku me xwe ji van kevneşopiyan hemû xilas kir wê demê em dikarin bibêjin civak azad dibe. Dema ku ferd azad bû wê demê civakê tevahî bi xwe re azad dike. Ji ber di herêmê de pêkhateyên Ereb jî jiyan dikin, em derbasî wan bajaran jî dibin, her kes dizane ku pêkhateyên Ereb li ser asasê çandekê radibin û jiyana xwe didomînin. Destpêka ku em derbasî nava wan bûn, neqebulkirina jin ji perwerdê re û ya dûyemîn jî mêr ji jinê re hebû, heya vê kêliyê jî ne qebulkirin heye lê em di nava hewldanan dene ku em çawa vê hişmendiya mêr û jin bidin guhertin. Mirov di rojekê de nayê guhertin û eger xesteka mirov ji guhertinê re tune be wê demê mirov tu carî nayê guhertin."
"Mirov her birçiyê perwerdê ye"
Hedle di nava axaftina xwe de diyar kir ku her tim pêwîstiya mirovan ji perwerdeyan re heye û wiha bi lêv kir: "Di rastiya me de ku em bînin ziman çima hin kes ji perwerdeyan hez nakirin an go xwasteka wan ji perwerdeyê re tuneye. Wê demê hin pirsgirêk hene, ji ber ku civaka me di pergaleke ku bûye wek qalib ji wan re, tenê di çarçoveyekê de mane û li ser wê bingehê xwe didin jiyan kirin. Ji ber wê civak ji guhertin û veguhertinan re ne vekirîne. Her wiha di milê islobê komisyon de jî ferq heye ku ew komisyon çawa bikaribe wan kesên di perwerdeyê de îqna bike. Rastiyeke îqnakirinê heye li gel komisyonan. Kesên ku derbasî perwerdeyan dibin ji hemû pêkhateyan pêk tên, ji bo wê jî hêdî hêdî wê ev mijar bi awayekî ku em bikaribin wan re nîqaş bikin da ku pêkhateyên Ereb jî vê yekê bipejirînin. Dema ku hemû pêkhate bi hevjiyaneke azad jiyan bikin wê demê mirov dikare bibêje ku bi rastî jî perwerde bi encam bûye. Di perwerdê de em tenê wek ders an wane nadin, em nîqaş, nirxandin û nêrînan digrin, ji bo vê gelek kes bi xastek dixwazin beşdarî perwerdê bibin û gelek kes jî li ser pêşniyara wan tevlî perwerdeyan dibin."
"Mirov bi rêka perwerdeyan tê guhertin û zane dibe"
Hedle di dawiya axaftina xwe de got perwerde mêjiyê civakê sererast dike û wiha bi dawî kir: "Ya ku ked dide û zarokan perwerde dike jin-dayike. Lewra herî zêde em bala xwe pêdin ku herî zêde jinê dikin meta û li sukan an jî li bajaran li ser maşîneyan, dîkan, lîstok didin firotin û pêşkêşî civakê dikin, di heman demê de jinê di milê çand û exlaq de didin xirabkirin, em wek komîteya perwerdê, li ser van mijaran li herêmê bi rêka semîner an go nîqaş civakê perwerde û zane dikin. Em jî xwe perwerde dikin ne tenê perwerdê didin gel. Beriya demekê em endamên komîteyê derbasî perwerdeya lêhurbûnê bûn. Gelek mijarên ku divê em li ser nîqaş û lêkolîn bikin hebûn. Şerê taybet, pergala kapîtalîst ku dixwaze di rengê jinê de civakê hilweşîne. Şerê ku dewleta tirk li ser me dide meşandin yek ji sedemên ku gel divê gel perwerde bibe, li ser dîroka xwe û dîroka dijmin, erdîngariya xwe û ya dijmin. Rastiya gelê xwe nas bike, rastiya jinê di serîde nas bike û paşê ya dijmin jî, bi rêka perwerdeyan em zane dibin. Ez wek kesayet ku xwe nedim guhertin wê demê ez nikarim civaka xwe jî bidim guhertin, ji bo wê divê em ji perwerdeyan hez bikin û xwastek beşdarî perwerdeyan bibin."