Greva birçîbûnê ya Farîba Asadî bi dawî bû

Girtiya siyasî Farîba Asadî ya li Girtîgeha Karçakê girtî ye, di 13’ê Adarê de dawî lê greva birçîbûne ya ku ji bo şermezarkirina zext û zordariya li ser wê tê kirin dabû destpêkirin, dawî lê anî.

Navenda Nûçeyan- Farîba Asadî ku li paytexta Îranê Tehranê hatibû girtin û salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê ya li dijî îşkence û gefên li Girtîgeha Karçakê dihatin kirin dest pê kiribû, anî. Hat ragihandin ku Farîba Asadî bi wergirtina soza ji rayedarên girtîgehê veguheztina wê bo girtîgeha ku girtiyên siyasî lê ne, dawî li çalakiya xwe anî ye.

Farîba Asadî ku bi sûcê “propagandaya li dijî rejîmê kiriye” bi salek cezayê girtigehê hatibû mehkûmkirin, li Tehranê hat girtin û ji aliyê dadgeha Şehriar ve hatibû darizandin.

Aktîvîsta siyasî û parêzvana mafên jinan Farîba Asadî di destpêka meha Adarê de piştî ku ji aliyê girtiyên girtîgehê ku di encama teşwîdkirina rêveberiya girtîgehê de rastî îşkence û gefan hatibû, dest bi greva birçîbûnê kiribû.