Gotinên nefretê Filistîniyên koçber dike hedef

Nur El-Qetati got ku gotinên nefretê bi taybetî bi rêya medyaya dîjîtal piştî êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê, jiyana koçberan xistiye metirsiyê û teqez kir ku bi taybetî jinên rojnamevan û çalakvan bûne armanca êrîşan.

REFÎFÎ ISLAM

Xeza – Şerê berdewam ên di navbera Hemas- Îsraîlî de bû sedema êrîşên nijadperestî ya li dijî Filistîniyên koçber ên ku li welatên cuda yên cîhanê dijîn. Ev rewşa ku bi taybetî bandor li jin û zarokan kir, di encamê de rewşek dijminatiyê ava kir ku bû sedema mirina hinekan û ji kar dûrxistina hin kesan.

‘Gotinên nefretê gelek ziraran bi xwe re tîne’

Nûr El Qitetî di destpêka axaftina xwe de gotinên nefretê pênase kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ew gotin beşekî taybet hedef digre û armancên wan zirarê bidin ol, nijad, zayend yan jî baweriya wan. Ji bo di aliyê derûnî yan jî fîzîkî zirarê bibîne rewşeke dijminane û dûrxistina kesê armanc dike. Herî dawî dibe ku bibe sedema qetilkirinê.”

Nûr El Qitetî di teşwîqkirina gotinên nefretê de bal kişand ser rola medyaya dîjîtal û wiha pê de çû: “Ev gotin zirareke derûnî û fîzîkî ji gelek xelkên Filistînê re çêdike. Mîna bûyera qetilkirina zarokekê li Amerîkayê û tundiya li dijî dayîka wê, gihîştiye asta qetilkirinê. Danûstandinên malperên gotinên nefretê belav dikin dualî ne.”

'Divê malperên medyaya dîjîtal bên kontrolkirin'

Nûr El Qitetî diyar kir ku di meha Cotmehê û şûnde gotinên nefretê yên li dijî çalakgerên jin zêde bûne û got: “Gelek jinên ciwan ên Filistînî ku di nav de rojnameger jî hene, ji karên xwe hatin avêtin. Di vê wateyê de, divê malperên medyaya dîjîtal di bin kontrolê de bin. Divê saziyên navneteweyî û rêxistinên jinan piştgiriyê bidin jinên Filistînî. Divê ev sazî rola xwe bilîzin. Ji destpêka şer û vir ve tehrîk û gotinên nefretê yên li dijî rojnameger û aktîvîstên jin zêde bûne. 

'Lobî tên avakirin'

Nûr El Qitetî wiha dewam kir: “Gelek dozên ku bi gotinên nefretê re rû bi rû ne, wek mînak derxistina rojnameger Zehra El-Axras ji wezîfeya xwe ya li Kanadayê ji ber ku ew Filistînî ye û piştgirî dide jin û zarokên ku her roj li Xezayê tên qetilkirin. Rûniştevanan peyamên gefxwarinê ji rojnamevan û çalakvanên jin ên li Şerîa Rojava dişînin her wiha ji destpêkirina şer ve li Emerîkayê hejmara kuştina zarokan zêde bûye. Gelek bûyerên bi vî rengî rû didin."

Her wiha tê diyarkirin ku hêzên Îsraîlî der barê Filistîniyên ku koçî welatên cuda yên cîhanê dikin de agahiyan berhev dikin.