“Gonul Erden serbest berdin”
Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey xwest, Hevseroka serdema berê Gonul Erden a girtî, di zûtirîn demê de bê berdan.
Enqere- Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ji bo Hevseroka xwe ya berê Gonul Erden a girtî daxuyaniyek da. Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey a li ser mijarê axivî, diyar kir ku hemû çalakiyên Gonul Erden ên bi armanca sendîkal û têkoşîna demokratîk weke sûc tên binavkirin û ev 5 meh û nîv in di girtîgehê de ye, wiha got: “Bêyî hincet redkirina daxwaznameyên hevalên ku dixwazin bibin ziyaretvan binpêkirinek mafê mirovan e. Em vê îzolasyon û tecrîdê qebûl nakin.
“Em ê bêdeng nemînin”
Selma Atabey diyar kir ku divê di zûtirîn demê de Gonul Erden bê berdan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em careke din diyar dikin ku ne têkoşîna sendîkayî, pêşîgirtina vê têkoşînê sûc e. Em ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Em ê bûyîna dengê daxwazên kedkarên tenduristiyê û xizmetên civakî bidomînin. Bijî SES, bijî KESK, bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî."