Girtiyên siyasî piştgirî dan banga greva giştî

Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku ew piştgiriya banga greva giştî ya ku wê sibe li Rojhilatê Kurdistanê pêk were dikin û xwestin tevayî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tevlî grevê bibin.

Navenda Nûçeyan- Duh partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, biryar dan roja Çarşemê (Sibe 22 Çile) li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin. Tê payîn sibe li tevahî Rojhilatê Kurdistanê jiyan raweste û xelk bikeve greva giştî. Armanca sereke ya greva giştî, rawestandina darvekirinan, bi taybet ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî ye.

Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo greva giştî ya ku wê sibe li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî bê lidarxistin kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew piştgiriya banga greva giştî ya ku wê sibe li Rojhilatê Kurdistanê pêkwere dikin.

Di daxuyaniyê de bang li welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin ku bi yekgirtî tevlî greva giştî bibin û bersivek xurt bidin hikûmeta Îranê.