Girtiyên siyasî ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
Pênc girtiyên siyasî yên li girtîgeha Qizilhesar a li Kerecê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, bang li tevahî rêxistinên mafên mirov ên navneteweyî kirin ku bi lez ji bo azadkirina Pexşan Ezîzî bikevin nava tevgerê.
Navenda Nûçeyan- Pênc girtiyên siyasî yên li girtîgeha Qizilhesar a li Kerecê yên bi navên; Seîd Mesûrî, Spîhir Îmam Cume, Mihemed Şafiî, Mîsam Dêhbanzade û Luqman Emîn Pur li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî daxuyaniyek parve kirin.
‘Rejîma Îranê dixwaze tirsê bide avakirin’
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Rejîma Îranê li ber rûxînê ye ji ber wê serî li darvekirin û kuştinên çalakvan û azadîxwazan dide. Dixwaze tirsê di nava welatiyan de belav bike. Li gor wan wê bi kuştin û darvekirinê bikarin gel bitirsînin û neçarî bêdengkirinê bikin. Ji bilî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, metirsiya cezayê darvekirinê li ser 50 girtiyên din ên siyasî jî heye.”
Her pênc girtiyên siyasî di daxuyaniya xwe de bang li gel, Neteweyên Yekbûyî û tevayî rêxistinên navneteweyî yên mafên mirov kirin ku di zûtirîn dem de ji bo azadkirina Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî bikevin nava hewldanan.
Hêjayî bibîrxistinê ye roja 8’ê Çile Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kir. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.