Girtiyên li girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin

Piştî mirina Somaye Raşidî ya ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê ya li Girtîgeha Qerçekê, Hamîda Erdalan û Mehdî Ferahî Şandiz ên li Girtîgeha Evînê, dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan, daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin.

Navenda Nûçeyan – Li girtîgehên Îranê yek ji binpêkirinên herî giran û bi taybetî jî li dijî girtiyên siyasî yên jin, nebûna bipergalî ya xizmetên tenduristiyê ye. Girtîgeha Qerçekê yên girtiyên jin tên ragirtin, bi şert û mercên xwe yên xirab û redkirina bi zanebûn a xizmetên tibî tên zanîn.

Piştî girtiya siyasî Somaye Raşidî ya ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da, xwepêşandanan berdewam dike. Girtiyên siyasî Hamîde Erdalan ya li Girtîgeha Evînê, di peyama xwe ya îro weşand de, ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hamîda Erdalan, wiha got: “Ez keça vê axê Hamîda Erdalan, ji bo protestokirina mirina Somaye Raşidî dest bi greva birçîbûnê dikim. Daxwazên min; girtiyên siyasî yên jin ji bo Girtîgeha Evînê bên sewqkirin û mîsogerkirina xizmetên tenduristiyê ye.”

Hamîda Erdalan di peyama xwe de rêveberiya girtîgehê berpirsyar girt û wiha got: "Xespkirina mafên bingehîn ên mîna mafê tenduristiyê, gihîştina dermankirinê û cudakariya li dijî sûcek vekiriye.” Hamîda Erdalan, diyar kir ew ê heta pêkanîna daxwazan, greva xwe bidomîne.

Aktîvîsta siyasî Mehdî Ferahî Şandiz a di heman girtîgehê de tê ragirtin jî, ji bo protestokirina mriina Somaye Raşîdî dest bi greva birçîbûnê kir. Mehdî Ferahî Şandiz, wiha got: "Şert û mercên xirab û binpêkirinên bipergalî yên tenduristiyê yên li Girtîgeha Qerçekê dibin sedema encamên kujer. Em daxwaza berdana hemû girtiyên nexweş û lêpirsînek serbixwe ya li ser rewşa tibî ya li girtîgehan dikin.”