Girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirin dernexistin hevdîtina vekirî

Hate hînbûn ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê beriya hevdîtina vekirî li ber kamerayê lêgerîna tazî li ser girtiyan tê ferzkirin. Hate diyar kirin girtiyên ku ferzkirinê qebûl nekirin, dernexistin hevdîtina vekirî û ji xizmên girtiyan ên ku bertek nîşanî vê rewşê dan re jî 2 meh cezayê qedexeya hevdîtina vekirî hatiye dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Girtîgehên ku di demên dawî de bi binpêkirinên mafan ên giran derdikevîn pêş, ji Adara 2020’an û vir ve bi hinceta pandemî hevdîtinên vekirî hatibûn qedexe kirin. Hatina agahiyên zextan yên li girtîgehên ku di meha Kanûna borî de hevdîtinên vekirî dest pê kiribûn, berdewam dike. Hate hînbûyîn ku girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê dimînin di hevdîtinên vekirî de li ber kamerayê heta pêlavên xwe di lêgerîna tazî re tên neçar kirin.
Li ber kamerayê lêgerîna tazî tê ferzkirin! 
Xizmên girtiyan ku bûyera roja duşema borî pêk hat ji ajansa me re ragihandin, diyar kirin ku tevî bi saetan li salona hevdîtinê sekinîne jî girtî derneketine hevdîtinê. Xizmên girtiyan ku dibêjin, dema wan ji gardiyanan sedema wê pirsî wiha bersiv dane, “Lêgerîna pêlavan qebûl nakin. Ji ber vê jî naxwazin werin,” diyar kirin ku beriya hevdîtinê û piştî hevdîtinê li ber kamerayê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Xizmên girtiyan dan zanîn ku girtî ji ber zexta derxistina pêlavan qebûl nekirin, dernexistin hevdîtinê, bi çepik û dirûşmeyan bertek nîşanî vê rewşê dan.
"Tişta hat kirin ne cara yekem e"
Xizmên girtiyan di derbarê bûyera hati jiyîn de ev tişt gotin: “Ev ne cara yekem e ku ev yek tê kirin, beriya niha jî di hevdîtina vekirî de heman tişt hat kirin. Wê demê dema me malbatan israr kir girtî anîn hevdîtinê. Di vê hevdîtina vekirî de 5 malbat hebûn. Li gel israra me jî gef li me xwarin û gotin em ê we bi zorê derxin derve. Em jî bi çepik û dirûşmeyan derketin derve. Piştî vê yekê em hîn bûn ku 2 mehan qedexeya hevdîtine dane me.”