Girtiyên jin li malên endamên Talîbanê tên girtin

Li Daikundiyê girtiyên jin bi hinceta "li girtîgehê cih nîne" li malên taybet ên endamên Talîbanê tên ragirtin.

Navenda Nûçeyan - Hat hînbûn ku li bajarê Daikundî ya Afganîstanê, girtiyên jin bi hinceta ku di girtîgeha bajêr de cih nîne, li malên taybet ên endamên Talîbanê tên ragirtin.

Hat diyarkirin ku li Daykundiyê 2 jê jin 6 kes bi hinceta “ji rê derketina exlaqî” hatin girtin û di dema binçavkirinê de girtiyên jin birine malên taybet ên endamên Talîbanê. Hat zanîn ku çavkaniyekî têkildarî mijarê wiha gotiye: “Ji bo bersûcên jin cihêkî çavdêrî û binçavkirina ya taybet nîne. Li malan di bin çavdariyê de ne.”

Hat parvekirin ku li gelek bajarên Afganîstanê di bin navê "têkiliya derqanûnî" û “ji rê derketina exlaqî” de pêkanîna binçavkirina jinan zêde bûye.