Girtiyên jin ji girtîgehan şiyarî dan!
Li girtîgehên Tirkiyeyk her roj binpêkirinên mafan tên jiyîn. Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan 4 girtiyan bi armanca hişyariyê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin.
Navenda Nûçeyan – 4 jinên girtî Elîf Karadagi, Elîf Kaya, Dîlan Yildirim û Zelal Kara yên li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T’yê dimînin ji ber mirinên demên dawî yên li girtîgehan, astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û tecrîdê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûna kirin. Girtî bi rêya telefonê li malbatên xwe geriyan û armanca çalakiya dane destpêkirin vegotin.
Girtiyan diyar kiriye ku wan di 18’ê kanûnê de dest bi çalakiyê kirine û piştî sêr ojan bi dawî kirine. Jinan ji malbatên xwe re ragihandine ku wan bi armanca hişyariyê li dar xistiye û heke zext û binpêkirinên mafan berdewam bike dê dîsa çalakiya xwe berdewam bikin.
Girtiyan destnîşan kiriye ku hefteyek e li girtîgehê ava germ nedane wan û kalorifer jî nayên vekirin, ji ber vê yekê serma ye.