Girtiyên jin ên li girtîgehên Îranê rastî tûndiyê tên

Medyayê ragihand ku rayedarên Îranê mamoste Sara Syahpûr girtin û ji aliyekî din ve jî hat ragihandin ku girtiya siyasî Meryem Ekberî Monfered rastî lêdanê hatiye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî medyayê, rayedarên Îranê çalakvana Sendîkaya Ferhengan mamoste Sara Syahpûr, ji ber beşdarbûna wê di civînên sendîkaya mamosteyan de girtin.

Sara Syahpûr piştî girtina wê ya ji aliyê dezgeha îstixbaratî ya pasdarên parêzgeha Elborzê ve, wê birine cihekî nediyar û mala wê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tehranê ve hat teftîşkirin.

Piştî çend demjimêran li ser girtina wê, Sara Syahpûr bi rêya têlefonekê axivî û ji malbata xwe re gotiye ku ew li yek ji navendên binçavkirinê ye, bêyî ku qala cihê ku lê girtî ye bike.

Çalakvana sivîl Esîna Daemî li ser hesabê xwe yê tora civakî Twîtterê ragihand ku girtiya siyasî Meryem Ekberî Monfered di girtîgehê de rastî lêdanê hatiye.