Girtiyên jin ên Filistînî bi pêkanînên dijmirovahî re rû bi rû dimînin

Girtiyên jin ên Filistînî li girtîgehên Îsraîlê rastî îşkence, destdirêjî û muameleya xerab tên, ji wan re xwarin nayê dayîn û nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Aqûbeta jinên di van mehên dawî de hatin windakirin ne diyar e.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Tevî ku hejmara girtiyên jin ên Filistînî yên ji aliyê Îsraîl ve hatine girtin ne diyar e jî, tê zanîn ku piştî êrîşa 7'ê Cotmehê gelek zêde bûye. Girtiyên Filistînî li girtîgehên Îsraîlê rastî muameleya xerab tên. Girtiyan ji raya giştî re parve kiribûn ku li gel lêdan, heqaret, îşkenceya zayendî, îşkenceya psîkolojîk, muameleya xerab, tehdît, lêgerîna tazî hatine. Her wiha kesên ku ji bo hevdîtinê hatine jî rastî lêgerîna tazî û heqaretan hatine. Girtî gelek caran bertekên xwe li hemberî van polîtîkayan bi grevên birçîbûnê nîşan didin.

‘Bi destpêkirina şer re girtina zarokên keç û jinan zêde bû’

Çalakvan Xezel El-Nator ku ji bo doza êsîran xebat dide meşandin diyar kir ku hêzên Israîlê bi stratejiyek taybet di nav de zarokên keç jî hene jinan digre wiha pêde çû: "Piştî 7’ê Cotmehê hêzên Israîlê pêngavên girtina jinên Filistînî li hemû herêman zêde kir. Bi girtina zarokên keç û jinan gef li malbatan tê xwarin.”

Xezal El-Nator di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: "Operasyonên pişaftinê dewam dikin, gefên li dijî jinan weke tundî, kuştin û tirsê tên kirin, di hin rewşan de malên wan tên rûxandin û mal û milkên wan ên taybet tên talankirin. Ji dema şer dest pê kiriye hêzên Israîlê operasyonên girtina jinan bi berfirehî dest pê kiriye, di nav de keçên jêrî 18 salan û dapîr hene. Hemû jin û zarokên keç di girtîgeha EL Damûn de tên girtin. Li Xezayê siyaseta veşartina bi zorê ya girtiyên jin belav bûye, agahiyên derbarê hejmara wan an jî çarenivîsa wan ne diyar in.”

‘Min gelek bûyerên zor û zehmet ji jinan guhdar kir’

Xezal El-Nator destnîşan kir ku piştî hejmarek ji êsîrên jin hatin berdan, wê li gelek bûyerên zor û zehmet guhdar kiriyeû wiha bi lêv kir: "Tevî belgekirina van hemûyan ji aliyê destgehên çapemeniyê jî, saziyên mafên mirovan ên li Xezayê zehmetiyan di komkirina agahiyan de dibîne. Yek ji wan jinan ji min re got ku dema ew di navenda stargehê de hat girtin yek ji leşkeran li wê da, xeber jêre dan û çavê wê di rê de girtine heta ku gihştiye cihê girtîgehê. Wan yekser dest bi lêpirsînê kiriye, lê dane, hîcaba wê ji serê wê rakirine û ew tazî kirine. Her wiha bi kûçikên polîsî ew tirsandine, di dawiyê de jî eger itîraf neke gefa destdirêjiyê lê xwarine, ji xwarinê û avê heta hefteyekê mehrûm kirine.”

‘Hevdîtina malbatan tê astengkirin’

Xezal El-Nator got ku ji destpêka êrîşên Cotmeha 2023’an ve, qeydên hişk li ser peywendiyan hat çêkirin û wiha lê zêde kir: “Hemû telefon û awayên peywendiyan ji êsîran hat standin. Serdanên komîteyên Xaça Sor a navneteweyî jî hat qedexekirin. Her wiha êsîr bê sedem ji dîtina malbatên xwe hatin mehrûmkirin.”

Xezal El-Nator di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku siyasetên Îsraîlê ne li gor zagona navneteweyî ye wiha anî ser ziman: “Êş û azarên êsîrên jin ên Filistînê di girtîgehên Israîlê de cihê metirsî ye. Her wiha ji bo ku ev binpêkirin rawestin û rewşa wan di girtîgehan de baş bibe kedeke mezin û çalak jêre pêwîst e.”