"Girtiyên di zindanên Turkiyê de terkî mirinê tên kirin"

Parêzer Roşîn Hido û rêvebera Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen rewşa girtiyên siyasî li Tirkiyeyê nirxand û wiha got: “Li gorî zagonên navdewletî girtiyên siyasî xwedî maf in lê dewleta tirk li dijî zagonên cîhanê derdikeve û pêkanînên xirab li dijî siyasetmedarên Kurd dike. Dewleta tirk girtiyên di zindanê de qetil dike piştre dibêje wan xwe kuşt. Bi riya qetilkirina siyasetmedarên Kurd dixwazin pêşengên civaka Kurd tune bikin."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Di girtîgehên Turkiyê de gelek siyasetmedarên Kurd hene, li gel ku bi nexweşiyên giran ketine jî nayên berdan. Hin siyasetmedarên di zindanê de di bin îşkenceyên giran de jiyana xwe ji dest dan û li hemberî vê jî bêdengî heye. Ji bo ku gelê Kurd ji qada siyasî dûr bixin pêşengên wan ên mîna Leyla Guven û Aysel Tugluk dixin zindanan. Rêvebera Kongra Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen û parêzer Roşîn Hido rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên Turkiyê tên girtin ji ajansa me re nirxandin. 
"Îşkence li girtiyan dikin"
Parêzer Roşîn Hido diyar kir ku dîroka dewleta tirk dîrokek reş e, xwe li ser bingeha qirkirina gelan ava kirye û wiha domand: "Li gorî zagonên navdewletî girtiyên siyasî xwedî maf in lê dewleta tirk li dijî zagonên cîhanê derdikeve û îşkence li siyasetmedarên Kurd dike. Li gorî rêxistina cîhanî ya Human Rights Watch 48 girtiyên siyasî hene û hejmareke mezin ji wan bi hinceta ku terorîst in tên dadgehkirin. Di girtîgehên dewleta tirk de zêdetirî 194 hezar girtî hene û di der heqê wan de biryarên ceza hatine birîn û zêdetirî 60 hezar girtî hê jî biryar der heqê dozên wan de nehatine birîn."  
"Hejmara girtiyên siyasî di zindanên Tirkiyeyê de zêde dibe"
 Roşîn Hido anî ziman ku dema partiya AKP'ê dest bi serweriya xwe kir girtina siyasetmedaran zêde bû, nemaze piştî serhildana 2016'an ku li hemberî Erdogan derket û wiha pê de çû: "Di demên dawî de dewleta tirk a dagirker biryar da ku hejmara zindanên xwe zêde bike. Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk dewleteke bêedalet e û mafê mirovan binpê dike. Li gorî hin raporên hiqûqî 17 hezar dayik di zindanên Tirkiyê de ne her wiha 700 zarok jî bi dayikên xwe re di zindanan de dimînin."
"Parêzerên weke Ebru Timtik di girtîgehan de terkî mirinê hatin kirin"
Roşîn Hido destnîşan kir ku dewleta tirk li dijî zagonên cîhanê derdikeve û wiha domand: "Heya vê kêliyê jî hevserokên berê yên HDP'ê di girtîgehê de ne tevî ku parlamentoya Ewropayê biryar da divê Selahattîn Demîrtaş yekser were berdan jî dewleta tirk li dijî vê biryarê derket. Piştî ku parêzer Ebru Tîmtîk di girtîgehên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da, ji Yekitiya Ewropayê re diyar bû ku mafên mirovan di zindanên Tirkiyeyê de tên binpêkirin. Dewleta tirk li herêmên dagirkirî mirovan digire û wan li Tirkiyeyê dadgeh dike, tevî ku pêwîst e her kes di welatê xwe de were dadgehkirin. Bi van kiryaran dewleta tirk zagonên cîhane binpê dike."
"Gelê Kurd li Tirkiyeyê rastî kiryarên dijmirovî tê"
Rêvebera Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen da zanîn ku bingeha dewleta tirk a dagiker li ser qirkirin, kumkujî û kapîtalîzmê hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Partiya AKP’ê dibêje ku ew hemû pêkhateyan di nav xwe dihewînin lê ew li dijî hemû pêkhateyan derdikevin û tu kesê di nav xwe de qebûl nakin, bi taybetî gelê Kurd. Gelê Kurd li Tirkiyeyê rastî kiryarên dijmirovî tê û gihîştiye asta ku êdî Kurd nikarin bi rehetî li Tirkiyeyê biaxivin. Erdogan li gorî zîhniyeta xwe civakê bi rêve dibe."
"Her dem dixwazin pêşengên Kurdan tune bikin"
Şêrîn Hesen got ku her girtiyek di zindanê de mafeke wî yê rewa heye lê di zindanên dewleta tirk de mafên girtiyan hatine binpêkirin û wiha lê zêde kir: "Dewleta tirk a dagirker her tişt li siyasetmedaran bi taybetî siyasetmedarên Kurd qedexe kiriye. Dewleta tirk girtiyên di zindanan de qetil dike piştre dibêje wan xwe kuşt. Bi riya qetilkirina siyasetmedarên Kurd dixwazin pêşengên civaka Kurd tune bikin. Di demên dawiyê de bi hezaran jin daketin qadan û li dijî zîhniyeta baviksalar helwest nîşan dan. Weke gelê Kurd bi taybetî jin ji bo ragihandina dengê girtiyên xwe her dem em ê li qadan bin.”