Girtiya siyasî Sara Dêldar li girtîgeha Îranê de jiyana xwe ji dest da

Li gor agahiyên ku li ser medyaya Îranê hatine parvekirin, girtiya siyasî Sara Dêldar a ku bi awayek birîndar di girtîgehê de dihat ragirtin, ji ber birîna wê nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Medyaya Îranê ragihand, girtiya siyasî Sara Dêldar ku di dema xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bi guleyê birîndar bibû û di girtîgehê de dihat ragirtin, ji ber birîna wê nehat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman agahiyên hatine parvekirin, yek ji hevalên Sara Dêldar ku nexwest navê xwe eşkere bike, gotiye ku ji ber rayedarên girtîgehê rê nedane birîna Sara bê derman kirin, rewşa wê xirabtir bûye û jiyana xwe ji dest daye.

Sara Dêldar wek çalakvanekê tevlî xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibû, piştre ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin û cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Her wiha di dema lêpirsînê de jî tundiya fîzîkî û derûnî li beramberî hatibû kirin.