Girtiya siyasî Pariush Moslemî dest bi greva birçîbûnê kir

Aktivîst û parêzvana mafên mirovan Pariush Moslemî ku li girtîgeha Evînê tê girtin, bi armanca protestokirina doza nû ku der barê wê de hatiye vekirin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan – Aktivîst û parêzvana mafên mirovan Pariush Moslemî ku li girtîgeha Evînê tê ragirtin, ragihand ku bi armanca protestokirina doza nû ya der barê wê de hatiye vekirin, di 8’ê Hezîranê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Li gorî rapora rêxistina mafên mirovan, Pariush Moslemî berê, bi sûcê ‘nûçeyên derew belav kiriye’ der barê wê de dozek nû hat vekirin.

Pariush Moslemî ya ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, berê jî ji ber ku nehatibû dermankirin, ji bo protestokirinê li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê.

Gelek caran hat binçavkirin

Pariush Moslemî di meha Nîsana 2024’an de ji aliyê polîsên Îranê ve li bajarê Nur hatibû binçavkirin. Pariush Moslemî piştî sê rojên binçavkirinê hat berdan, piştî wê li Dozgeriya Girtîgeha Evînê ji ber sûcên ‘Li dijî rejîmê propegandaya’, ‘heqareta li Humeynî û Hamaney’ û ‘kombûn û lihevkirina veşartî’ hat darizandin.

Pariush Moslemî di 7’ê Tîrmeha 2024’an de piştî ji dozgeriya Evînê bang kirin, hat girtin û sewqî qawîşa jinan a girtîgeha Evînê hat kirin.

Di 30’ê Tebaxa 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve bi sûcdariya ‘kombûn û lihevkirina veşartî’ 2 sal, ji sûcên ‘heqareta li Hamaney’ salek ji sûcê ‘propagandaya li dijî rejîmê’ 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Berê jî Pariush Moslemî di Îlona 2023’an de di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû binçavkirin, piştî mehekê bi kefaletê ji girtîgeha Kardakê hatibû berdan.