Girtiya siyasî Narges Mohammadî rakirin nexweşxaneyê
Hate hînbûn Narges Mohammadî ya ku pirsgirêkên wê yên cidî yên tenduristiyê heye, di 26'ê Hezîranê de ji Girtîgeha Evînê ya ku lê tê ragirtin, rakirin nexweşxaneyê. Derbarê rewşa dawî ya Narges Mohammadî ya ku dubarê birin girtîgehê tu agahî nehat girtin.
Navenda Nûçeyan – Narges Mohammadî ya li Îranê di warê rojnamevantî û mafên mirovan de asta berdevkî de xebatan dimeşîne, tevî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jî di girtîgehê de tê ragirtin. Narges Mohammadî ya ji bilî nexweşiya Pulmoner emboli, neurolojîk û gelek pirsgirêkên din ên tenduristiyê ye, bi rewşekî ku dikare bibe sedema felçbûna qismî re rû bi rû ye. Rewşa aktîvîstê ji ber destûr nedana rayedaran a li girtîgehê û li derveyî girtîgehê wergirtina lênerîna têrker a bijîşkî hin zêdetir girantir dibe.
“Em nikarin agahiyên berfireh bigirin"
Hevjîna wî Taghî Rahmanî di parvekirina ku li ser hesabê xwe yê medyayê kir de, agahiya roja 26’ê Hezîranê Narges Mohammadî ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û piştî muayeneya tibî dubarê ji girtîgehê re hatiye birin, da. Di heman demê de, diyar kir ku ew nikarin agahiyên berfireh li ser rewşa wê ya dawî ya tenduristiyê bigirin û ji ber vê yekê jî bi fikar in.
Di şert û mercên girtîgehê de rojên zehmet dijî
Narges Mohammadî ya ku divê di şert û mercên guncav de bê dermankirin, di şert û mercên girtîgehê de rojên zehmet dijî. Çalakvan tevî ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dem bi dem radikin nexweşxaneyê jî, tedawiya wê nîvço tê hiştin û dîsa dubare tînin girtîgehê. Narges Mohammadî di 27’ê Nîsana 2019’an de ji bo muayeneya tibî ji nexweşxaneya Mêhrê re hat veguhestin û di heman rojê de ji girtîgeha Êvînê re dubare hat birin. Di 14’ê Gulana 2019’an de careke din sewqî nexweşxaneyê hat kirin û emelyeta histerektomî (derxistina rehîm ya ji laş) bû û di 26’ê Gulana 2019’an de bêyî ku sax bibe dîsa şandin girtîgehê. Hat ragihandin ku di 2’ê Hezîrana 2019’an de enfeksiyonek cidî girtiye.