Girtiya siyasî Leyla Huseyînzade: Sînorên berxwedanê nîne
Li Îranê li dijî hîcaba bi zorê ne tenê li qadan li girtîgehan jî têkoşîn berdewam dike. Girtiya siyasî Leyla Huseyînzade di peyama xwe de diyar kir ku tû sînorên berxwedanê nîne û li girtigehê hicabê bi zore red kirine.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê ev dû mehe serhildan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku jin li taxan, malan li cihên kar û zanîngehan, berxwedaniya xwe li girtîgehan berdewam dikin. Girtiya siyasî Leyla Huseyînzade bi peyama ku ji girtîgehê şandiye wiha got: “Tû sînorên berxwedanê di nava qad û girtîgehan de nîne.” da zanîn ku di girtîgeha lê dimîne de girtiyên jin berxwedaniya ku li dijî hicaba bi zorê di nava hemû şert û mercên dijwar de berdewam dike. Leila Hosseinzadeh ku bi rêya malabta xw epeyam şandibû dabû diyarkirin ku ew weke jin bikar anîna hicaba bi zorê red kirine.
‘Wê berxwedaniya jinan şoreşê bîne’
Leyla Huseyînzade ku bi rêya malbata xwe peyama ku şandî de wiha got: “Ji bo berxwedaniyê tu cûdahî û sînor di nava qad û girtîgehan de nîne. emê li her derê li dijî zilmê li berxwe bidin. Sînorê berxwedaniyê nîne. Jinên di girtîgehan de ew serhildana ji derve her kêliyên wê hîs dikin. Em di wê baweriyê dene wê berxwedaiya jinê bi xwere şoreşê bîne. Ez li pişt diwarên girtîgehê me, ez di razim radibim ez dengê neleta hesin dibihîsim, lê belê ez berxwedaniya xwe dom dikim.”
Xwe gihandina dermanan tê astengkirin
Malbata Leyla Huseyînzade peyama ku di torên civakî de belav kirî diyarkirin ku rewşa wê ya tendirustiyê ne başe û destnîşan kirin ku heta niha ji derveyî girtigehê tu tedawiyek neditiye û wiha gotin: “Dem dem Leila Hosseinzadeh ku rû bi rûyî zextên binavkirin û girtinê re dima û herî dawî di Kanuna 2021’an de hate girtin û nexweşiya Crohn girtiye, gihana wê ya ilacan tê astengkirin. Leila Hosseinzadeh sekretera encûmena sendîkaya navendî ya xwendevanan û xwendevana lisansa bilind ya antrepolojiya zanîngeha Tehranê ye.
Nexweşiya Crohn çiye?
Di bingeh de di dev, daqurtek, boriya xwarinê, mide, ruviya zirav, ruviya stur û sîstema helandinê de li her cihekê ev nexweşiya Chron, bi giştî li deverên derdore hevgirtina ruviya zirav û ruviya stur de nexweşiyek iltihabiye.