Girtiya siyasî: Cezayê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn der hiqûqî ye
Girtiya siyasî û pispora hiqûqa navnetewî Mahûş (Sayeh) Sîdal, nameyek vekirî ji serokê daraza Îranê re şand, xwest cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn were sekinandin û banga piştevaniyê kir.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî û pispora hiqûqa navnetewî Mahûş (Sayeh) Sîdal, têkildarî sekinandina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn nameyek vekirî ji serokê daraza Îranê re şand.
Di nameyê de Mahûş (Sayeh) Sîdal diyarkir ku Pexşan Ezîzî çek ne hilgirtiye û beşdarî tu çalakiyên bi çek nebûye û cezayê darvekirinê yê lê hatiye birin tu rewatiya wê yê zagonî nîne û got: “Cezayek wisa wê zexta li beramberî mafê mirovan zêdetir bike.”
‘Cezayê Pexşan Ezîzî der hiqûqê ye’
Mahûş (Sayeh) Sîdal, di nameya xwe de da zanîn ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn der hiqûqî ye, divê ev ceza demildest were rakirin û got: “Wek kesek endamê hiqûqa welat ez pêwîstî dibinîmin ku ji bo parastina edalet û mafê mirovan derbarê cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn de nivîsîna vê nameyê wek erkekê ji bo xwe dibînim.
Li gorî madeye 287’an a qanûna Cezayê Îslamî, sûcê serhildanê bi serhildaneke çekdarî li dijî pergalê ve girêdayî ye, lê belê Pexşan Ezîzî di dema hatî binçavkirin de tu çek pê nebû û beşdarî tu çalakî û xebatên bi çek nebûye.
Tenê ji ber ku di sala 2014’an de ji bo alîkariya mirovî bibe ji koçberên Kurd ku rastî êrîşên DAIŞ’ê hatin, çûye Rojavayê Kurdistanê bû. Li gorî peymana Cenevre hewildanên alîkariyê li deverên şer li gorî qanûnên navneteweyî xwedî parastinek taybete û sûcdarkirina wan li dijî qanûnên navnetewî ye. Her darizandina ku ne li gor standartan navnetewî be, rê li ber fikaran vedike. Ji ber nebûna rêgezên edalane yên rejîma Îranê, darazê biryarek wisa daye, biryarên cezayê darvekirinê zextên mafê mirovan zêde dike.
‘Divê demildest cezayê Pexşan Ezîzî were sekinandin’
Ez bang serokê daraza Îranê dikim cezayê Pexşan Ezîzî demildest bisekinîne, her wiha bang li civaka navnetewî dikim ku demildest ji bo sekinandina cezayê darvekirin bikevin nava tevgerê û doz ji aliyê komîsyonek bê alî ve were meşandin. Encamên lêpirsînê bi civakê re werin parvekirin û pêşkêşî saziyên navnetwî bikin.
Ev bang ne tenê ji ber berpirsiyariyeke zanistî, exlaqî û pîşeyî, ji bo parastina rêgezên bingehîn ên mafê jiyanê, rûmeta mirovan, edaleta olî û hiqûqî ye, bêyî ku nêrînên min ên siyasî çi bin, pêşkêş dikim