Girtiya krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
Girtî Muhlîse Karaguzel a ku piştî krîza dil derbas kir rakirin nexweşxaneyê û anjiyo bû, bêyî ku rewşa wê baş bibe û xeter nemîne dîsa şandin girtîgehê.
Navenda Nûçeyan - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê, Muhlîse Karaguzel ji ber sûcê "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 10 mehan ceza lê hat birîn û niha li Girtîgeha Bunyanê ya Qeyseriyê tê girtin duh krîza dil derbas kir. Hat diyarkirin ku Muhlîse Karaguzel rakirine nexweşxaneyê anjiyo bûye û stend xistine rehên wê, heta niha 8 caran anjiyo bûye, tevî ku rewşa wê nebaş e jî ji nexweşxaneyê hatiye tabûrcîkirin û dubare birine girtîgehê.
"Hemû hewldanên pêwîst dê bên kirin"
Endama MYK'ê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen, bertek nîşanî rewşê da û got: “Ji ber rewşeke xetere ya wekî krîza dil rakirin nexweşxaneyê. Her çend diviyabû ku ew bi tevahî li wir bihata dermankirin, piştî rewşa wê baş bûya, ji nexweşxaneyê bihata şandin, zû hat tabûrcîkirin. Di nexweşiyek giran de mîna krîza dil, divê piştî hemû tedbîr bên girtin bibirana girtîgehê. Dema xeter tunebûya diviyabû bihata tabûrcûkirin. Dema rewşên ku pêwîstiya wan bi destwerdana lezgîn hebe derbikevin dê çi bibe. Divê were zanîn ku xetereya windakirina jiyana wê pir zêde ye. Divê li nexweşxaneyê bê hiştin û tavilê neşînin girtîgehê. Em weke ÎHD’ê der barê rewşa Muhlîse de hewldanên pêwîst dikin.”