Girtiya di qezaya rîngê de birindar bû û stuyê wê şikest birin girtîgehê

Elîf Kardagi ya girtî ku ji Girtîgeha Tarsûsê sewqî Kayseriyê hate kirin, di dema surgunê de di qezaya rîngê de birîndar bû, tevî stuyê wê û gelek cihên din yên bedena wê şikestiye birin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan- Dema girtî ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ya li navçeya Tarsûsa Mêrsînê sewqî Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê hatin, wesayîta rîngê wergeriya. Di qezaya ku di 21’ê Adarê de pêk hat yek jê giran 5 kes birîndar bûn. Piştî bûyera qewimî, malbata girtî Elîf Kardagi ya di wesayîtê de li rayedarên Girtîgeha Bunyanê geriyan.

Rêveberiya girtîgehê ji malbata Karadagi ya nûçeya qezayê dît û bi israr lê geriya re bersiva rewşeke bixeter nîne hate dayîn. Piştî qezayê Elîf Kardagi îro bi telefonê li malbata xwe geriya. Elîf Kardagi tiştên jiyan kirî ji malbata xwe re got. Elîf Kardagi ji malbata xwe re gotiye piştî ji girtîgehê derketin dora saet di 11.00’an de wesayîta rîngê qeza kir û ew birine nexweşxaneyê. Elîf Kardagi, da zanîn ku diranekî wê yê pêş şikestî ye, ji bo demekî hişê wê ji serê wê çûne û bi şev di nexweşxaneyê de maye. Elîf Karadagi, diyar kir ku histumal xistine stuyê wê û êşa serê wê didome û destnîşan kir ku hişê wê diçe û tê.

Malbata Elîf Karadagi, xwest ku keça wan bi awayekî bi rêk û pêk bibin nexweşxaneyê û tedawiya wê were kirin.