Girtina Makbule Ozer hate protesto kirin

Girtina Makbule Ozer a 83 salî li Êlih û Sêrtê hate protestokirin. Di daxuyaniyan de bang hat kirin ku tavilê were berdan.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê careke din girtina Makbule Ozer a 83 salî protesto kir.

Têkildarî mijarê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî hate dayîn û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê tevli bûn.

Hevserokê DBP’a Navçeya Navendî Serhat Ayebe di daxuyaniyê de axivî û destpêkê êrişên li dijî Çapemeniya Azad şermezar kir û bal kişand ser girtina Makbule Ozer a 83 salî û wiha got: “Cezayê lê hatiye birîn û tiştên di pêvajoya ATK’ê de qewimîn, mînakên derhiqûqtiyê bûn. Makbule Ozer nikare bi tena serê xwe bijî lê tevî vê yekê jî saziyên dewletê gotin ‘dikare.’ Tu aliyekî hiqûqî yê vê raporê nîne. Divê Ozer tavilê were berdan.”

Li Sêrtê çalakî 

Li Sêrtê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar jî daxuyanî hate dayîn. TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, DBP û DEM Partî di daxuyaniyê de amade bûn. Hevserokê DBP’a Navçeya Navendî Şernas Çelepkolu daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê Makbule Ozer demildest were berdan.