Gihîştina nûçeyên der barê îstîsmara zayendî de hat astengkirin

Gihîştina nûçeyên der barê 13 zarokên ku di Komeleya Ciwanên Anadoluyê (AGD) de rastî îstîsmaya zayendî hatine, hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Bûyera tacîza zayendî ku li şaxa Komeleya Ciwanên Anadoluyê ya li navçeya Artukluya Mêrdînê (AGD) li dijî 13 zarokan ji aliyê M.S.D. hatibû kirin, bi nûçeyan eşkere bûbû lê gihîştina lînkên nûçeyan hat astengkirin. Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Mêrdînê daxwaz kir ku ketina lînkên li ser rûpela înstagramê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ku nûçe lê hatiye weşandin û malpera nûçeyan a bi navê Guneydogu Ekspres bên astengkirin.

Ji aliyê 2’emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Mêrdînê ve, biryar hat dayîn ku ketina her du lînkan were astengkirin. Hinceta biryarê wekî “parastina berjewendiyên zarokan” hat pêşkêşkirin.