Gewrêndêya malbatê û 10 salên tijî hesret
Malbata Ezda Îsyan ku piştî zextên li gund cerdevanî terikand û helwestek welatparêz girt, banga aştiyê kir. Behîce Semo destnîşan kir ku daxwaza wan a aştiyê ne ya îro ye, ew bi salane li bende ne.
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Ezda Îsyan (Gewrê Semo) li gundê Sak ê girêdayî bajarê Wanê navçeya Şaxê ji dayîk bû, zaroka heftemîn a malbateke ji deh kesan bû. Ew di bin siya cerdevanên bi darê zorê û polîtîkayên zordar ên li gundê wan de mezin bû. Lê belê malbata wê paşê cerdevanî terikand û helwesteke welatparêzî raber kir. Ji ber baweriyên welatparêziyê yên malbata xwe, Ezda Îsyan têkoşîna azadiyê nas dike. Ezda Îsyan di sala 2014’an de tevlî têkoşîna azadiyê dibe û di Çileya 2024’an de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dide.
Dayîka Ezda Îsyan, Behîce Semo, keça xwe wekî "fedakar" û "xebatkar" binav kir û diyar kir ku di nava malbatê de jê re digotin "Gewrêndê" ji ber ku ew pir xebatkar bû, her gav her tişt bi rêkûpêk dikir.
'Kîsikek di destê wê de bû û ber bi jor ve çû'
Behîce Semo qala pêvajoya ku Ezda Îsyan tevlî têkoşîna azadiyê bûye dike û wiha vedibêje: "Ez çûbûm nava darên gûzan. Dema ku ez vegeriyam malê, Ezda li wir nebû. Ez lê geriyam lê min ew nedît. Min ji jinên gund pirsî. Wan got ‘kîsikek di destê wê de bû ber bi jor ve çû.’ Heta êvarê em lê geriyan lê me li tu derê ew nedît. Piştre wan peyam şandin û gotin; 'Ezda bi me re ye.' Piştî wê peyamê, me dest ji lêgerînê berda."
Behîce Semo, diyar kir ku Ezda 10 salan li çiya maye û jiyana xwe ji dest daye û wiha pêl da gotinên xwe: "10 sal bûn çûbû, rojek nameyek ji bavê wê re hat û bi vî awayî em hîn bûn ku Ezda şehîd bûye. Ji me re gotin ku ew nikarin wê bibînin, tenê hestiyên wê hene. Ji bo naskirinê, ji min û bavê wê nimûneyên xwînê girtin. Piştre dîsa nûçe hat. Gotin, “Ew li Şirnexê şehîd bûye.”

'Em bi têkoşîna keça xwe serbilind in'
Behîce Semo, destnîşan kir ku agahiya wê ji çûyîna keça wê tune bûye û wiha domand: "Heta roja ku çû jî nizanibûm fikreke wê ya wisa hebû. Piştî ku ew çû, min tenê carekê derfet dît wê bibînim. Dem şehîd ket me sersaxî li dar xist lê cenazeyê wê tunebû."
Behîce Semo diyar kir ku keça wê Ezda Îsyan pir kedkar bûye, her dem amade bû alîkariyê bike û bi gotinên; “Her dem diçû bêriyê” xemgîniya xwe ya ji bo keça xwe wiha anî ziman û got: "Ez hê jî her roj ji bo wê digirîm. Weke malbat em bi têkoşîna keça xwe serbilind in.”

'Em dixwazin şer bi dawî bibe'
Behîce Semo tekez kir ku du sal di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de derbas bûne û got: "Em aştiyê dixwazin. Ev ne daxwaza îro ye; em bi salan e aştiyê dixwazin. Em niha li bendê ne ku aştî bi tevahî pêk were. Em her wiha dixwazin şer bi dawî bibe."