Gelo piştî hilbijartinên Tûnisê destkeftiyên jinan di metirsiyê deye?

Dîrektora Bernameyên Navenda Derya spî ya Tûnisê Hanaa Amerî diyarkir ku li Tûnisê di hilbijartinên ‘konseya netewî ya herêmî û xwecihî’ de kêmbûna temsîlyeta jinan di astek mezin de destkeftiyan wê bixwe xeteriyê û got:“Divê bihêztir têkoşîn were kirin.”

ZOUHOUR MECHERGUÎ

Tûnis- Li Tûnisê hilbijartina ‘konseya netewî ya herêmî û xwecihî’ ku weke çengê duyem yê meclîsê erk bike, tora yekem di 24’ê Kanuna 2023’an de, tura dûyem jî di 4’ê Sibata 2024’an de hate encamdan. Di herdû torên ku beşdarî kêm bû tabloyek ji wekheviya zayendî dûr derket holê.

Dîrektora Bernameyên Navenda Derya spî ya Tûnisê Hanaa Amerî encamên hilbijartinê ji ajansa me re nirxand û diyarkir ku di hilbijartina ‘konseya netewî ya herêmî û xwecihî’ de rû bi rû yê  rêveberiyek ya serdestiya mêr mane û hişyarkir ku wê ji niha û şûn ve jin rastî gelek pirsgirêkan werin. 

Hilbijartinek ji wekheviya zayendî dûr e

Hanaa Amerî da zanîn ku di zagona hilbijartinê ku namzetan derdixe pêş, guherîna ku hatî kirin wekheviya zayendî sabote kiriye. Destnîşan kir ku di nava rêk û pêkiya mêrsalarî de mêr bi avantaj in. Hanaa Amerî zanyariyên li gora encamên hilbijartinê di meclîsên bajaran de 3 jin, di meclîsên xwecihî de 24 jinên rêvebertiyê dikin hene parve kir û bi bîrxist ku ev hejmar ji wekheviyê gelek dûr e.

Hanaa Amerî got: “Zagona wekheviyê, berê ku wisa nehatî dîtin şaredariyên ku xwedî temsilyeta jinan ava kir. Bi zagona nû re rêveberiyek xwecihî ku xwedî temsiliyetek cûda ku Tûnis nebûye şahid derket holê. Jin di dema kar û barên dengdanê de dibin zextan de bûn, divê de bandora malbat û eşîran heye.”

‘Jin di warê aborî de aborî nehat piştgirî kirin’

Hanaa Amerî îşaret bi wê yekê kir ku dema jin di aboriyê de neyê piştgirîkirin di mijara bûna namzet û xebatên hilbijartinê dana meşandin de kêmaniyekê dide ava kirin û got: “Yek ji sedemên herî giring yê cihêkariya jinan bû, ji ber bi giştî ji bo qezenckirina piştgiriya gengaz  gelek hilbijêr, bi taybet bi armanca xwegihandina jinan projeyên hilbijartinê û bername bidin ragihandin ne xwedî mûçe û amurên ku kampanayayên destpê bikin e.”

 ‘Divê jin hê zêdetir têkoşînê bikin’

Hanaa Amerî destnîşan kir ku encamên hilbijartinê wê di destkeftiyên jinan de bi bandor be û got: “Meclîsek ya serdestiya mêr, wê astengiyan ji zagonên ku ji bo jinan were derxistin bike. Jin di mekanîzmayên biryargirtinê de, ji bo weke rêveber hê zêdetir werin dîtin, divê têkoşînê bikin. Divê mijarê de erk ketiye ser milê rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî.”