Gelê Suweydayê li dijî dagirkeriyê çalakî kirin

Bi sedan welatiyên Suweydayê, ji bo şermezarkirina daxuyaniyên Îsraîlê yên têkildarî mudaxelekirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê daketin qadan û bi gotina ‘Em, Îsraîl, Rusya û Tirkiye jî di nav de li dijî her cûrê dagirkeriyê ne’ bertekên xwe anîn ziman.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda – Bi sedan welatiyên Suweydayê, ji bo şermezarkirina daxuyaniyên Îsraîlê yên têkildarî mudaxelekirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê daketin qadan û bi gotina ‘Em, Îsraîl, Rusya û Tirkiye jî di nav de li dijî her cûrê dagirkeriyê ne’ bertekên xwe anîn ziman.

Daxuyaniyên Îsraîlê yên derbarê destûrnedayîna hebûna hêzên Sûriyeyê ya li herêmên Kuneytire, Dera û Suweydayê û gotina ‘ev herêm dê bibin herêmên bê çek’ rê li ber bertekan vekir. Li ser vê yekê duh bi sedan kes li Suweyda ji bo ku van daxuyaniyan şermezar bikin û nîşan bidin ku mudaxeleya Îsrailê ya li karên navxweyî red dikin, hatin ba hev. Xwepêşanderan diyar kirin ku armanca Îsraîlê xirakirina aramiya herêmê ye.

Xwepêşandana xelkê Suweyda, li beramberî bêdengiya hikûmeta demkî hat lidarxistin. Girseyê ev bêdengî mîna nîşaneya metirsiyê nirxand. Girseyê destnîşan kir ku rewşa bersîvnedayîna hikûmetê, ewê welat ber bi şerê navxweyî ve bibe. Girseyê da zanîn peyama ku Îsraîlê di daxuyaniya xwe de daye, rasterast li beramberî hikûmetê ye. 

‘Polîtîkayên rejîma berê dûbare dibin’

Selam Nebvanî ku beşdarî xwepêşandanan bûye, fikarên xwe wiha anî ziman: “Sedemê hatina me ya vê derê, em fikarên xwe yên ku ev planek Îsraîlê ye ku civaka Durzî dike hedef bînin ziman e. Ev daxuyanî, dûbarebûna polîtîkayên rejîma berê bi bîr dixe û bi awayê ku gel bê parastin bimîne plan dike.” 

Selam Nebvanî da zanîn ku divê hikûmeta demkî daxuyaniyek bide û pêşî li aloziyên mezhebî bigre û wiha got: “Di vê qonaxê de em ji gel bawer in. Xwepêşander li dijî mudaxeleya ji derve ne. Em projeyên hêzên derve red dikin û pêwîstiya me bi tu mudaxeleyek ji derve, tuneye.”

Nûnera Baroya Suweydayê Selam Dargam jî nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: “Em daxuyaniyên Netanyahu şermezar dikin û em bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê didin. Nedayîna bersîvek fermî, wê bide sedem ku senoryoyên hê xetertir derkevin holê.”

‘Em li dijî her cûre dagirkeriyê ne’

Aktîvîst Darîn Azzam da zanîn ku divê li her derê Sûriyeyê gel bibin yek û ev tişt gotin: “Em Îsraîl, Rûsya û Tirkiye jî di nav de li dijî her cûrê dagirkeriyê ne. Dewletên mezin ji bo berjewendiyên xwe komên kêmnetew bikar tînin. Ev xefikek mezin e. Cihên Suweyda yê stratejîk, ew kiriye hedefên gelek hêzan û li pey gotinên ku wê vê derê vegerîne herêmek bi ewle, ajandayên cûda hene. Ger ku hikûmet herî kêm di nava dû rojan de bersîvek eşkere nede, wê li Suweyda, Dera û Kuneytore pirsgirêkên mezin ên ewlehiyê derkevin. Ji ber vê yekê divê hikûmeta demkî li cihê daxuyaniyên gotinî, gavên şênber biavêje.”