Gelê Silêmanî ber bi Rojava ve bi rê ket

Li bajarê Silêmaniyê bi sedan kes bi armanca piştgiriya berxwedana Rojava, ber bi Rojava ve bi rê ketin.

Silêmanî- Li ser banga seferberiya QSD û Rêveberiya Xweser, ciwanên Başûrê Kurdistanê   şevê din li hemberî êrîşên komên çete yên hikûmeta demkî ya Suriyeyê daketibû qadan, îro jî ji bo destekdayîna berxwedanê ber bi Rojava ve ketin rê. 

Ciwanên ku li navenda bajêr kom bûn, dirûşmeyên “Yeke yek yeke Kurdistan yek” berz kirin û bi karwanek seyareyan ber bi Rojava ve ketin ser rê.