Gelê Kobanê li dijî biryara doza Kobanê daketin qadan

Îro gelê Kobanê li dijî biryara girtinê yên li dijî siyasetmedar û hiqûqnasên doza Kobanê daketin qadan. Jinan destnîşankirin ku doza girtiyan rûmeta wan e.

Kobanê- Dewleta Tirk di derheqê 108 siyasetmedar û hiqûnasên ku di nava wan de hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, jî heye cezayên girtigehê birî. Ev darizandina ku duh hat raghandin bû cihê bertekên tund.

Li dijî biryar û cezayên hatin girtin de, îro gelê Kobanê yê ji pêkhateya Kurd û Ereb bi hêrseke mezin û di bin dirûşmeya “Girtiyên doza Kobanê rûmeta me ne” meşiyan. Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê, tevger û rêxistinên jin, civakî û siyasî û bi sedan gel û jinên wê di meşê de amadebûn.

Meşê bi bilindkirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên girtiyan û berzkirina dirûşmên ku berxwedana girtiyan silav dike ji qada Jina Azad destpê kir û li qada şehîd Egîd bi dawî bû.

Ajansa me ji jinên ku beşdarî meşê bibûn bertek girt.

‘Berxwedana girtiyan di hemwateya berxwedana Kobanê de ye’

Kelîme Demir ku di berxwedana Kobanê de cih girtibû, helwesta xwe wiha anî ziman: “Dewleta Tirk bi salane hewil dide ku tola serkeftina berxwedana Kobanê hilîne. Lewra em dibînin ev cezayên giran li girtiyên doza Kobanê hatin birîn. Di vî warî de yê ku piştgiriya çeteyên DAIŞ kir û berê wan da Kobanê Erdogan e, ji bo vê jî Erdogan û hikûmeta wî terorîstên herî mezin in ku terorîzma wan di Kobanê têkçû û şikest, ji bo vê jî divê ew li ser sucên xwe werin darizandin. Em weke gel û jinên Kobanê deyndarên gelê Bakûrê Kurdistanê û bi taybet jî yên ji bo Kobanê hatin girtin. Berxwdana van girtiyan ya li hember faşîzma dewleta Tirk di asta berxwedana Kobanê de ye. Bi taybet jî bi pêşengiya Fîgen Yuksekdag ew berxwedana jinan ya di berxwedana Kobanê de careke din di girtîgehên dewleta Tirk de xwe dide der. Ev berxwedanî wê careke din bibe wesîleya ku hemû jin û gelê Kurdistanê bibe yek û riya serkeftinê misoger bike.”

‘Dewleta Tirk dixwaze çirûska serhildanê biçewisîne’

Her wiha Endama Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş peyama xwe wiha parve kir: “Dewleta Tirk bi darizandina pêşengên berxwedanê re dixwaze peyameke wiha bide ku kî serîhilde dê çarenûsa wan heman be. Ev 10 sal in ku doza Kobanê di rojevê de ye û girtiyên wê bê darizandin di girtîgehan de ne. Lê di vê pêvajoyê de ev cezayên giran birîn. Me hemûyan şahîdiya helwest, sekin û têkoşîna gelê Bakûrê Kurdisanê yê di qonaxa hilbijartinan de kir, ev hêrs û berxwedanî metirsiyeke mezin li gel hikûmeta AKP’ê avakir. Ji ber vê bûyera pêk hat bi armanca çewisandina vîn û berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê ye û hewildana qirkirina pêşengên wê ye. Em jî weke gelê Kobanê îro peyam û piştşgiriya xwe nîşan didin, doza van girtiyan rûmeta me ye û emê xwedî li rûmeta xwe derkevin.”