Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîn qadên Newrozê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê ku ji duh bi şev û vir ve bi agirê Newrozê kolanan ronîkiriye, ji danê sibê ve herikîn qadên Newrozê.

Navenda Nûçeyan - Îro bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên ku li 11 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên lidarxistin herikîn qadan.  

Li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Amudê, Dirbesiyê, Reqa, Kobanê, Şehba û Helebê bi dirûşmeya "Em ê bi ruhê Newrozê Rêber Apo azad bikin, dagirkeriyê hilweşînin" îro bi coşeke mezin pîrozbahî tên lidarxistin. . Gel ji duh bi şev û vir ve bi agirê Newrozê kolanên xwe ronî dikin. Ji danê sibê ve qadên ku wê pîrozbahî bên lidarxistin ji aniha ve tijw bûye.

Li Hesekê, Kobanê, Tirbesipiyê Şehba û Qamişlo, li hemû navendên ku wê pîrozbahî bên lidarxistin, Kurdistanî, Ereb û Suryaniyên ku ji danê sibehê ve cilên xwe yên neteweyî li xwe kirine, bi dirûşmeyan daketin qadan berdewam dikin.