Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi rihê berxwedanê herikîn qadên newrozê

Newroz li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin û bi dirûşmeya”Bi Ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" hat pêşwazîkirin.

Navenda Nûçeyan-Bi dirûşmeya "Bi Ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye Newroza 2023’an pîroz kirin. Gelê ku qada newrozê tijî kirin daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin.

Qamişlo

Gelê Qamişlo bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana newrozê em Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” herikîn qada newrozê. Newroz li gundê Hîmo ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîroz kirin. Qada newrozê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên YPJ/YPG û bi xemla kesk, sor û zer ku temsîla gelê kurd dike hatibû xemilandin. Gel bi cil û bergên xwe yên gelêrî û alên xwe qada newrozê xemilandin.

 ‘Newroza azadî û serfiraziyê pîroz dikin’

Axaftina vekirinê ya newrozê ji aliyê Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ve wiha hate kirin: “Em newroza azadî û serfiraziyê pîroz dikin. Em li ser navê gelê Qamişlo, newroza her aliyên Kurdistanê, berxwedana gerîlla, zîndan, YPJ/YPG pîroz dikin. Em bi navê gel newroza Rêber Apo ji vir heta Îmraliyê pîroz dikin. Em îro newrozek taybet pîroz dikin û careke din weke gelê kurd îradeya xwe nîşan didin ku tu hêz nikare îradeya me bişkîne û tu êrîş nikare hebûna me tune bike. Biryardariya me ya li ser axa pîroz bijîn dewam dike. Em ji tevahî cîhan, dost û dijmin re dibêjin ku ji bo pêşxistina netewa demokratîk û pêşxistina newroza nû em ê bi hêz bin û bi hemû pêkhateyên xwe re mil bi mil têbikoşin.”

‘Newroza 2023’an dê bibe azadkirina Rêber Apo’

Foza Yûsif bal kişand li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em îro dibêjin Rêber Apo di bin îşkenceyek girande ye. Rêber Apo 50 sal e têkoşînek mezin pêş xist û em hatin vê rojê. Pergala îmraliyê li dijî hemû gelan tê meşandin, em dibêjin em pergala îşkence qebûl nakin û newroza 2023’ê em ê bikin têkbirina îmralî û tecrîdê. Ev newroz dê bibe pêngavek nû ji bo azadkirina Rêber Apo.Em dibêjin Efrîn, Serêkanî û Girê spî bîr nakin û ji bo rizgarkirinê dê berxwedana me dewam bike. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyanek nû diafrînin û Rêveberiya Xweser çand û jiyanek nû pêşkêş kiriye û ev proje dê ji bo tevahî Sûriyê bibe çareserî. Divê hikûmeta Sûrî bê û diyaloga çareseriyê pêş bixînin.”

Paşê Koma Stêra Zêrîn a stranan, Koma Botan, Koma pêla û koma Rabitet a Efrîn stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma şehît Welat a govendê hunerê xwe pêşkêş kir. Hunermend Pêşewa, Lawîn Seîd Yûsif, Îmad Darî û Nesrîn Botan stranên xwe pêşkêş kirin. Bavê Teyar şanoyek pêşkêş kir.  Her wiha peyama Rêxistina Kongra Star ji bo newrozê hate xwendin.

Newroz bi gerandina govendê bi dawî bû.

Tirbespiyê

Bi munasebeta cejna Newrozê bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê a Kantona Qamişlo ber bi qada şehîd Mezlûm Dogan a pîrozbahiya Newrozê ve çûn û agirê Newrozê vêxistin. Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên azadiyê hatin xemlandin. Bi despêkirina bernameyê Newrozê re deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê hate rawestandin û agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vêxistin.  Paşê li ser navê Tevgerên Jin şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl axaftin kir.

‘Şehîdên newrozê tirsa hezar salan di dileme de dan şikandin’

Cîhan Xelîl despêkê newroz li hemû beşdarvana pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gelê arî despêkê em cejna Newrozê li rêberê netewa demokratîk Rêber Apo pîroz dikin. Her wiha em vê Newrozê li hemû malbatên şehîdan û mirovên ku keda wan di nav şoreşê de heye pîroz dikin. Rojên têkoşînê yên em niha têde dijîn vejîna azadî, demokrasî û hevgirtina civaka me dide nîşandan. Li ser vê xakê berxwedaniyên dîrokî hatin kirin, berxwedana kawayê hemdemê, Mezlûm Doğan, Zekiye Alkan watedariya rast ya Newrozê bi me dane jiyîn û tirsa bi hezarê salan di dilê her kurdekî de dane şikandin. Cesaret û qehremanî di hindirê me de dane avakirin.

Piştî avaftina şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Newrozê bi gel re hatin parvekirin.  

Li gor bernameyê Newroza navçeya Tirbespiyê ev kom beşdar bûne; Koma Şehîd Xebat, Koma Sebrî ya govendê, Koma Şehîd Roksan, hunermend Danîş Botan, Koma Bala. Hunermend Fesîh Hisên û Keder Hisên ji Navenda Hêzil a Çand û Hunerê. Ji Til Birakê jî dê hunermend Talib beşdar bibe û Koma Bavê Teyar jî beşdar bibin.

Newroz bi coşeke mezin hat bi dawîkirin.

Şehba

Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" bi hezaran koçberên Efrînê û welatiyên Şehabayê şahiyê Newrozê li gundê Elewşê ya navçeya Ehdas a kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîrozkirin. Di şahiya Newrozê de reng û kevnşopiyên civakê derket pêş û jinan bi rengên xwe şahiya Newrozê xemilandin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hate xemilandin.

Geşkirina agirê azadiyê têkbirina dagirkeriyê nîşan dide

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asiya Abdullah axivî û newroza 2023'an li gelê azadîxwaz pîroz kir û got: "Em newroza 2023'an li tevahî gelan pîroz dikin. Bi geşkirina agirê newrozê têkçûyîna dagirkeriya dewleta tirk nîşan dide lewra xwest bi komkujiya Cindirêsê agirê serkeftinê bitefîne. Lê li dijberî wê gel seranserî cîhanê daketine qadan agirê newrozê û azadiyê geş dikin û bilind dikin. "

Di nava şahiya Newrozê de jina Efrînî ya bi navê Yildiz Musa helwestên xwe der barê Newrozê bi anî ziman.

Em ê agirê Neworzê li hemû deveran geş bikin

Yildiz Musa cejina Newrozê li tevahî gelê azadîxwaz pîrozkir û tekez kir ku li her deverê divê agirê azadiyê bê pêxistin û wiha vegot: "Em cejina newrozê li tevahî gelan pîroz dikin. Newroza 2023'an newroza azadiya Rêber Apo ye. Em ê agirê newrozê her sal bilind bikin û li tevahî cîhanê belav bikin. Li Efrînê ji ber malbat xwest cejina xwe bi pêxistina agirê pîroz bikin ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê ve rastî komkujiyan hatin û di encam de jiyana xwe ji dest dan. "

Koma Çiyayê Kurmênc govendê a kevneşopî, Koma Çiyayê Kurmênc a stranan, helbestvan Ehmed Selemê, hunermend Baran Dilbihar, koma Vegerê ya kevnşopî a stranan, hunermend Mihemed Bilko û Ibrahîm Cemal, koma Kefer Nasih a guvendê ya pêkhateya Ereb, bi hunerên xwe şahiya Newrozê pîrozkirin.

Gel bi gerandina  govendê gelêrî cejna hebûna xwe pîroz kirin.

Kobanê

Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê bi cil, berg û xemla xwe ya gelêrî di seatên sibehê de berê xwe dan girê Miştenûr a Kobanê da ku cejna Newrozê pîroz bikin. Pîrozbahiya ku di bin diruşmeya "Bi rihê berxwedana Newrozê, emê Rêber Apo fîzîkî azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" hat birêxistinkirin, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî, TEV-DEM û hwd beşdarbûn. Qada Newrozê bi poster û wêneyên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, xemla kes-sor-zer, alên YPJ'ê, YPG'ê, QSD'ê, Kongreya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û PYD'ê, hatiye xemiland.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, pişt re axaftin ji aliyê hevserokê Encûmena Cîbicîkar yê herêma Firatê Mihemed Şahîn û hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed ve hat kirin.

‘Miştenûr bû sembola têkbirina dijminê mirovahiyê DAIŞ’

Rûken Ehmed wiha got: "Ev Newroz ya Mezûlm Dogan, Rehşan Elkan, Rehşan, Ronahî û Bêrîvanan e. Cihê em şahiyê lê lidarxistin gelek pîroz e, girê Miştenûr bû sembola têkbirina dijminê mirovahiyê DAIŞ. Şervanên azadiyê û gelê welatparêz Kobanê ji hemû cûreyên êrîşan parastin û vaya di 2023'an de careke din agirê Newrozê li Miştenûr geş kirin. Li ser vê bingehê em di Newroza Îsal de vê yekê dibêjin, emê Rêber Apo fîzîkî azad bikin û ramanên wî veguherînin dibistana vegerandina reseniya Rojhilata Navîn."  

Pişt re peyama Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê hat pêşkêşkirin û pê re agirê Newrozê ji aliyê dayîkên cangoriyan ve hat pêxistin. Di dema pêxistina agir de diruşmên "Bê serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" û "Berxwedan jiyan e" û nîşaneyên serkeftinê bê navber hatin berzkirin.

Paşê benameya hûnerî Koma gîvara, Hunermed Silava Bozo, Koma dayîkan ya govendê, Koma mûzikê ya peymangeha Vejîn, Şanoya Çiya, Nîyazî, Koma Botan ya staranan, hunermend Mezûlm Çelo, Koma Şehîd Yekta ya şano û stranên ji Yekîtiya hunermendan birêve çû.

‘Agirê newrozê di dilê me de pêketiye’

Jina bi navê Fatama Xelîl Newroza 2023'an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha axivî: "Newroza ku bi pêşengiya Kawayê Hesinkar destpêkir, bi vîn û berxwedana Mezûlma Dogan û hevriyên wî geş û watedartir bû. Weke gelê Kobanê jî, Newroza me di 2015'an de gihîşt lutkeyê. Dema ku şervanên me ev ax ji êrîşên DAIŞ'ê parastin û serkeftina Kobanê raghandin, di dilê me de agirê Newrozê geş bû. Emê heta dawiyê jî vî agirî biparêzin da ku em wate ya Newrozê misoger bikin. Newroz li ser bingehî pîroz hatiye bi destxistin, bi deden û rihê bi hezaran pakrawênên ku diruşmeya berxwedan jiyan e bilind kirin û mîrateyeke şoreşgerî. Emê her sal jî bi rihê serhildanê vê rojê pêşwazî bikin û sozê xwe yê azadiyê nû bikim."

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û diruşmên ku cejina Newrozê silav dikin bi dawî bû.

 Dirbêsiyê 

Newroza 2023'an îro li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dadana agirê Kawayê Hesinkar, tê pîroz kirin. Bi heman armancê îro gelê navçeya Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê ligel hemû bajarokên wê, herikîn qada newrozê ya li gundê Çolbestan a girêdayî navçeya Dirbêsiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bi dehê salane gel li wî cihî pîroz dikin. Jinan bi cil û bergên xwe yê gelerî ê foklor kurdî qad xemilandibûn. Her wiha îro coş û keleçana gel nayê ziman. Qad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her 9 lehingên Yekîneyên Antî Teror YAT'ê hatibûn xemilandin. Newroza di bin diruşmeya "Bi rihê berxwedana Newrozê, em rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin", nûnerên Kongra Star, Rêveberiya Xweser û Asûrî û Suryaniyan, beşdar bûne.

Bername bi deqeyek rêzgirtin û axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê Newrozê de hat destpêkirin. Paşê agirê Newrozê ji aliyê dayikên cangoriyan Şahîn, Qasim, Mezlûm  û Cûdî ve hat dadan.

Paşê bi navê Rêveberiya Xweser Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî û wiha got: "Giyanê her 9 lehing û çelengên YAT'ê re ku agirê bedena wan agirê me yê Newrozê gurtir kirin. Bi rihê Rahşan, Zekiya û Mezlûman Newroza 2635'an li paytexta azadîxwaza, li rêhevalê jinan li Îmraliyê, li serokê konfederalîzma demokratîk pîroz dikin. Dîsa beriya 2635 sal ji aliyê kurdan ve pêşengtiya serîhildana li dijî desthilatdarî û xwînmijiyê hat kirin û kawayê hesinkar meşeleya azadiya gelan da pêxistin û hemû gelê Mezopotamiyayê ji zordariyê rizgar kirin. Ji wê rojê heya roja meya îro hemû gelên azadîxwaz meşeleya azadiyê pêdixin. Ji bo vemirandina vî agirî hewldanê tunekirina Gelê Kurd hatiye û tê kirin jî. Li hember van hewldanan jî her tim berxwedan û serîhildan hatiye kirin û rakirin. Meşeleya kawayê hesinkar bû gavek ji bo azadî û rizgariya gelê bindest. Vîna Rêber Ocalan neba, wê keziya jineke Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nebiba meşeleya azadiyê û di bin silogana "Jin Jiyan Azadî" wê serhildaneke wiha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nehatibe lidarxistin. Ger vîneke wiha neba wê li hember qirkirina siyasî a li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke wiha nehatiba kirin. Em ê pergala Îmralî hilewşînin, ji ber navend û naveroka şoreşa me Rêber Ocalan e. Heya ku rêberê me jî azad nebe, wê destkeftiyên şoreşa me di xeteriya têkçûyînê de bin. Newroza 2023'an ku dibe newroza 2635'an wê bibe misogeriya azadiya fêzîkî a Rêber Ocalan."

Piştî axaftinê Koma Zîlan a stranan bi çend stranên xwe yê şoreşgerî daketin ser dikê. Di heman demê de gel bi coş û kelecaneke mezin nîşanî wê dan.

Her wiha li gorî bernameya komîteya amadekar wê Newroz bi Koma Govendê a Ş.Sosin, Koma Govendê a Aşûriyan Etra, Hûnermend Hojîn Hêriz û Sîpanê Xelatê, Koma Til Berak a govnedê, Koma Xabûr ê stranan û çend hûnermenedên serbixwe wê govend û stranên xwe pêşkêş bikin.