‘Gelê Şengalê heta dawiyê bi can û xwîna xwe bi gelê Rojava re ye’
Endama koordînasyona TAJÊ Neam Bedel diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk di bin kontrola hêzên navneteweyî Heleb û gelek cihan dagir kirine û got: “Gelê Şengalê heta dawiyê bi can û xwîna xwe bi gelê Rojava re ye.”
HÊVÎDAR ŞENGALÎ
Şengal – Di 27’ê Mijdarê de komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrişê Helebê kirin û hêzên hikûmeta Şamê bêyî ku saetek li ber xwe bidin, ji bajêr reviyan û bajêr û sivîlan di destê çeteyan de hiştin. Çetayan piştî ku bê şer Helebê dagir kirin vê carê bi talîmata dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di encamê de gelê li Şehbayê ku piraniya wan Efrînî ne, dîsa ji cih û warên xwe bûn. Niha çeteyên dewleta Tirk li cihên ku dagir kirine kiryarên dijmirovî didin meşandin. Di encamê de gelek kes ji cih û warên xwe bûn, gelek kes hatin qetilkirin û piraniya wan jin gelek kes jî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.
Ev kiryarên dijmirovî yên komên çeteyan di serî de li Kurdistanê li her derê cîhanê bi çalakiyan tê şermezarkirin.
Têkildarî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û xeteriyên wê yên li herêmê, endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew heta dawiyê li pişta gelê rojavayê Kurdistanê ne.
Di bin kontrola hêzên navneteweyî de dagirkirina Helebê
Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de berxwedana YPG-YPJ, QSD û gelên ku li ber xwe didin silav kir û anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk di bin kontrola hemû hêzên navneteweyî de Helebê dagir kirine û wiha got: “Niha herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin xeterê de ye. Xelkê Rojava berxwedêr e, ev zêdetirî 13 sal in rastî her cure êriş û zextan hat lê tevî vê jî dev jê berxwedaniya xwe berneda. Pêkhateyên Rojava li dora fikir û ramanên Serok Apo civiyane.”
‘Gelê Efrînî du caran koçber bûn’
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel diyar kir ku niha xeteriya herî mezin li ser Rojava ye bi taybetî li ser gelê Heleb û Efrînê ye û ev nirxandin kir: “Gelê Efrînê du caran koçber bûn. Gelê Efrînê piştî Efrîn ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat dagirkirin berê xwe dan Şehbayê û li wir bi cih bûn lê niha ji ber xeteriya çeteyan ji Şehbayê jî koçber bûn. Em heta dawiyê piştgirî didin gelê Rojava. Ji aliyê din ve dema Rojava nebe Şengal jî nîn e. Ez dixwazim gelê me li dijî êrişan bibe yek dest û yek deng.”
‘Divê gel bi hêza xwe ya leşkerî tevli berxwedanê bibe’
Neam Bedel destnîşan kir ku niha piştî Rojava xetera herî mezin li ser Şengalê ye û êrişa sala 2014’an û nêzikatiya dewleta Iraqê bi bîr xist û wiha pêde çû: “Di sala 2014’an de dewleta Iraqê di dema êrişa çeteyan de nikaribû du seaten li ber xwe bide, em êdî pişta xwe bi hikûmeta Iraqê germ nakin. Lazim e em pişta xwe bi hêza xwe, bi gelê xwe germ bikin. Ji aliyê din ve divê gel jî li kêlaka hêza xwe ya leşkerî cihê xwe bigre û li ber xwe bide. Ji ber ku hêza leşkerî tenê nabe lazim e gel jî bi hêza xwe tevli berxwedanê bibe. Divê hêza gel û ya leşkerî hev temam bikin û pêk ve têbikoşin.”
‘Mirin hebe divê ew jî bi şeref û rûmet be’
Her wiha Neam Bedel diyar kir ku niha komên ku êrişan dikin xwedî fikir û pergala DAIŞ’ê ne û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Her çiqas nav cuda be jî kiryar û zihniyeta wan yek e. Ez bang li hemû kesên ku dibêjin em mirov in dikim ku li dijî van kiryaran rabin ser piyan. Divê hemû kesên ku destên wan çekê digre tevli şerê berxwedanê bibin. Mirin hebe divê ew jî bi şeref û rûmet be. Ji hêla din ve ji bo Rojava çi ji destên me bê em ê bikin. Şengal û Rojava yek in û gelê Şengalê heta dawiyê bi can û xwîna xwe bi gelê Rojava re ye.”