Gel ji bo Jîna Emînî li qadan e

Di binçavan de bi îşkenceyê qetilkirina jina ciwan a bi navê Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li welat bû sedema bertekan. Gelê ku li gelek bajarên Îranê daketin qadan, tevî mudaxeleya tund a polîsan jî çalakiyên xwe didomînin.

Navenda Nûçeyan- Îro li bajarên Rojhilatê ji bo Jîna Emînî ku li paytexta Îranê Tahranê dibinçavan de bi îşkenceyê hat qetilkirin, grev hatibû ragihandin. Ji saetên sibehê heta niha deriyên dikanan nehatin vekirin û li bajaran çalakiyan start girt. Çalakiyên ku ji bo Jîna Emînî li bajarên Îranê jî dest pê kirin. Bi taybet Tahran û Îsfehanê jî diruşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” li bajaran deng veda.

Gel ji qadan dûrnakevin 

Hêzên rejîma Îranê destwerdanên tund li xwepêşandanan dikin, gel tevî hemû êrîşan li qadan e. Dema li bajarên Sinê û Seqizê jî meş start girtin, li Tehran, Îsfehan û Kirmaşanê jî nûçeyên nerazîbûn û meş hatin. Dema hêzên rejîma Îranê li Sinê mudaxeleyî çalakiyan kirin, hat ragihandin biryar hatiye dayîn ku li ber hemû bank û ATM’ê yan barîkatên polîsan bên danîn.

Wesayîtan dan ber agir

Li bajarên Tahran, Îsfehan û Kirmaşanê jî xwendekar derketin qadan. Çalakvanên ji bo Jîna Emînî dirûşmên tolhildanê davêjin, bi avêtina dirûşmeyên “Ji Molayan re mirin”, “Ji dîktator re mirin” û “Jin, jiyan, azadî” meşiyan. Di çalakiyan de daxwaza belavbûna polîsên exlaq" jî hatin qîrîn. Her wiha di nava agahiyên ku hatine bidestxistin de cih digre ku piştî ku hêzên rejîma Îranê êrîşî ciwanên ku li Tahranê dimeşiyan kirin, çalakgeran camên wesayîtekê şikandin û şewitandin.