'Gel bersîva herî baş dê li sindoqan bide'

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku piştî erdhejê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane hêj nehatiye diyar kirin û kesên jiyana xwe ji dest dane jî wek 'sax' tên nîşandan, xwest gel der barê hilbijartinê de ku qeydên xwe kontrol bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Tevî ku piştî erdgejê danayên fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derdora 50 hezarî dide jî, welatiyên li herêma erdhejê dijîn û dildxwazên xebat dimeşînin diyar kirin ku rastî ne wisa ye û hejmara miriyan pir zêdetir e. Wek gelek bajaran, li Semsûrê jî ne diyar e ku çend kes jiyana xwe ji dest dane. Bajara ku li gorî hinekan zêdeyî 30 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, di mehekê de 4 goristanên nû hatin avakirin. Rewşa li bajara ku 4 hezar kesên sax wek "mirî" tê nîşan dan û mirî jî li pergalê wek ‘sax’ tên nîşandan, wek amadekariya hilbijartinê tê şîrovekirin.

Yên sax wek mirî, yên mirî jî wek sax hat nîşandan!

Li bajarê ku ji aliyê midûriyeta nifûsê ve 4 hezar kesên sax wek mirî tê nîşan, rayedaran der barê rewşê de daxuyaniya "Xeteya pergalî" da. Hate hînbûn ku kesên wek mirî hatine nîşandan bi rêya serdozgerî û midûriyeta nifûsê hewl didin rewşa tê jiyîn sererast bikin, hate hînbûn ku geleke kesên jiyana xwe ji dest dane jî di qeydan de sax tên dîtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu ku em der barê rewşa tê jiyîn de hevdîtin pêkanî, bang li welatiyên li herêmên erdhejê dijîn kir ku qeydên xwe kontrol bikin.

Ayşe Surucu balkişand ku bi hilbijartinên nêz dibe re hikûmet dê li bajarên erdhejê li ser dengan lîstikên cuda bilîze û da zanîn heta niha ne diyar e çend kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Ayşe Surucu diyar kir ku agahiyên di hejmarên fermî de 50 hezar kes jiyana xwe ji dest dane rastiyan nîşan nadin û bi bîr xist ku hikûmetê di pêvajoya zehmet ya hat jiyîn de gel bi tenê hişt.

'Hejmarên tên gotin rastiyan nîşan nade'

Ayşe Surucu ya agahiya mirovên li herêmên erdhejê bi hevgirtinê birînên xwe dikewînin, wiha axivî: “Di vê erdhejê de 11 bajar bi awayekî pir xirab bandor bûn, dîsa zêdeyî 50 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes jî birîndar bûn. Sedî 70 ji van bajaran wêran bûn. Avahî veguherin xirabe û mirov neçarî koçberiyê hatin kirin. Dema em li gel dinêrin, em dibînin ku mirob hê li kolanan dijîn. Gel bi bêhêvîtî û xirabeyên heyî re bi tenê hatin hiştin. Ger rêveberiyeke baş hebûya di sê rojên destpêkê de bi hezaran kes ji bin xirbeyan hatiban rizgarkirin. Em birîndar û saxan bihêlin, cenazeyên kesên di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dane jî nehatin derxistin. Gel ev hemû bi çavên xwe dît. Gel hevgirtina gel dît; gel ji bo van deran di nava seferberî de ye. Ev yek ne tenê em gel jî dibêje. Li bajaran timên dilxwaz ji bo hevgirtinê li qadan in û birînan dikewînin.”

'Li ser kesên jiyana xwe ji dest dane dikare lîstik were lîstin’

Ayşe Surucu diyar kir ku herêmên erdhejê dê ji nû ve bên avakirin û gel dê bi hevgirtinê rabin ser piyan û bang li gel kir ku li lîstikên ku di hilbijartinên nêz dibe bên lîstin de baldar bin. Ayşe Surucu balkişand ku li bajara hêj hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ne diyar e û gelek kesên winda hene, dibe ku li ser dengan hilê were kirin û wiha got: "Niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 50 hezar e, lê em dizanin ku ev ne rast e. Tenê li Semsûrê bi deh hezaran kes mirin. Li vir em hîn bûn ku kesên ku xizmên xwe winda kirine çûne edliyeyê û piştî ku hejmara nasnameya xwe dane mirî hatine şandin. Dibe ku li bajarên din jî rewşên wiha tên jiyîn, ji ber ku hêjmarek zelal û rast tune ye. Ji bo vê jî pêwîste gelê me cihên niştecihbûnê kontrol bike û li qeydên fermî yên kesên jiyana xwe ji dest dane baş binêre. Ji ber ku hikûmet dê li ser gel gelek lîstikan bilêyze. Bi taybetî li bajarên ku erdhej lê qewimîn dê lîstikên bi vî rengî zêdetir bên lêyistin.”

‘Divê gelên li bajaran dijîn ji bo vê hilbijartinê amade bin’

Ayşe Surucu bi bîr xist ku kesên koç dikin an jî li bajaran dijîn divê qeydên xwe û yên xizmên xwe yên windakirine kontrol bikin. Ayşe Surucu da zanîn ku welatiyên ji mirinê re hatin terk kirin dê li ser sindoqan bersiva herî baş bidin hikûmetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê gelên li bajaran dijîn ji bo vê hilbijartinê amade bin. Pêwîste ku li qeyd û cihên jiyîn baş binêre. Ev hikûmetê bi rojan li benda mirina gel ma û vê yekê temaşe kir. Gel dê li ser sindoqan bersiva herî baş bide yên ku guhên xwe ji van qêrîn re girtin. Sê rojên ewil mudaxele nekirin û bûn sedema mirina mirovan. Bersiva gel ya li hemberî vê yekê dê gelekî xurt be."