‘Gel azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Ocalan de dibînin’
Parêzer Razîye Ozturk, bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên bi komployê re bi pêş ketin û diyar kir ku û civak azadiya xwe di azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibîne.
SARYA DENİZ
Navenda Nûçeyan – Di ser komploya navneteweyî ya ku hêzên navneteweyî û welatên herêmê di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, 26 sal derbas bûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin, di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Piştî komploya ku bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hat, Abdullah Ocalan di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hat girtin.
Abdullah Ocalan bi salan e li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve tenê di mehên Gulan û Tebaxa 2019’an de bi 5 parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat. Abdullah Ocalan di sala 2014’an de ji wê demê ve heta niha tenê 5 caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. Abdullah Ocalan di 3’ê Adarê de hevdîtina xwe ya dawî rû bi rû kiribû, wî di sala 2020’an de bi birayê xwe Mehmed Ocalan re kir. Rêberê Gelê Kurd ji roja ku anîne Îmraliyê heta niha tenê du caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021'ê) bi telefonê hevdîtin pêk anîne. Pêwendiya dawî ya 25’ê Adara 2021’ê qut bû. Ji wê rojê ve heta niha agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.
Hedefa komployê hat pûçkirin
Pêvajoya ku bi derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir, niha hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn didome. Geşedanên girîng û siyasî derketin holê. Her çend ji bo rê li ber belavbûna felsefeya Abdullah Ocalan a li ser esasê jiyana hevpar a demokratîk û azad a gelan hatiye vekirin bi her awayî hewl hatiye dayîn jî ev destwerdana li gelê Kurd û pêşeroja wan a hevpar tu carî nehat dîtin, bi komployê siberoja gelan hat hedefgirtin. Helwesta Abdullah Ocalan a li Îmraliyê tiştên bi pêş xist bi paradîgmaya demoratîk hedefa komployê hat pûçkirin. Di 26 salan de bangên Abdullah Ocalan ji bo aştiya civakî û çareseriya pirsgirêkên Kurd bi tecrîdê re hatin bersivandin. Di salvegera komploya navneteweyî de bi yek ji parêzerên Buroya Hiquqê ya Arsinê Raziye Ozturk re li ser tecrîda ku ji ber nebûna ragihandinê girantir bûye, xala dawî ya polîtîkayên tecrîdê û ‘Mafê hêviyê’ ku gelek caran tê îfadekirin axivîn.
*Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê anîn Tirkiyeyê. Tecrîda sîstematîk her diçe girantir dibe. Dema ku hemû serlêdanên we di demên cuda de tên redkirin, hûn di bin navê ‘cezayê disiplînê’ de rastî astengiyan hatin. Beriya her tiştî hûn dikarin li ser aliyê huquqî yê vê rewşê çi bibêjîn?
Weke ku hûn jî dizanin, rejîma îdamê ya ku birêz Ocalan tîne ser ziman, li ser kaxizê “Rejîma darvekirinê ya giran e.” Lê belê ev awayê îdamê ji ku aliyê AIHM’ê ve li dijî qedexekirina îşkenceyê ye û divê ji nû ve were sererastkirin jî ji bo birêz Abdullah Ocalan nayê sepandin. Darvekirin di xala 25’an a qanûnê de tê girankirin. Mafê mehkumên girtî yên heta hetayê heye ku her 15 rojan carekê bi malbatê re hevdîtinê bikin. Dîsa li gorî xala 59’an a heman qanûnê her parêzer bi şertê ku parêznameyê pêşkêş bike, dikare destûrê bigre. Ew dikarin di saetên kar de, bêyî hay jê hebe bi muwekîlê xwe yê mehkûm re hevdîtinê bike. Lê bele birêz Abdullah Ocalan ji Adara 2019’an û vir ve ne bi malbata xwe re ne jî bi parêzerê xwe re ji Tebaxa 2019’an ve nikare hevdîtinê bike. Girtiyên din ên li Îmraliyê bi birêz Ocalan re mane ji Adara 2015’an û vir ve carek din parêzeran bi wan re têkilî danenîn. Lê bele tu forma, telefon, faks û hwd. nadin wan. Birêz Ocalan ji sala 1999’an ve tenê du car mafê telefona xwe bi kar aniye û li dozgeriyê bi birayê xwe re axiviye. Yek ji van, di dema pandemiyê de pêk hat, ya duyemîn jî li ser medyaya civakî hat parvekirin. Piştî xebata dawî ya wî, ev axaftina wî telefonê ya ku di 25’ê Adara 2021’ê de pêk hat, demeke pir kin domiya piştî 3-4 deqîqeyan qut bû. Ji wê demê û pê ve tu agahî jê tune ye. Ev 43 meh in, yanî 1293 roj in tu agahî jê nehatiye girtin.
‘Îmralî li gorî biryarên polîtîk tê birêvebirin’
Hevdîtina bi malbatê re bi awayekî sîstematîk hinceta cezayên disiplînê yê tê dayîn nîşan didin, hevdîtinên parêzeran jî biryara zagonî hincet nîşan didin û destûr nayê dayîn. Tu spartekek vê ya zagonî tune ye. Xwegihandina me ya biryara qedexeyê, ketina me ya nava dosyayê jî tê astengkirin. Bi vî aliyê xwe Îmralî di peymaman de qadek ku hê jî mafên bigehîn hatiye binpêkirin e. CPT di raporên xwe yên demên bûrî de diyar kiribû ku hincetên hikumetê di cezayên disiplînê de xapînek in û xwe dispêrin biryarên polîtîk. Da zanîn ku bi vê aliyê xwe ve astengkirina mafê hevdîtinê bi parêzer û malbatê re li dijî peyman û standartên navneteweyî ne, destnîşan kir ku divê ev maf bi awayekî bi rêk û pêk werin pêkanîn.
Li ser rewşa agahînegirtinê piştî serlêdana me ya ku me li Komîteya Mafên Mirovan ya NY kir, komîteyê biryara tedbîrê girt û di 19’ê Çileya 2023’an de biryara tedbîrê nû kir; daxwaza girtiyên ku rastî rewşa girtî ya incommunicado hatine bi dawî bibe, hikumtiya wan wê bi parêzerên ku bi xwe hilbijartin û demildest û bêyî sînordarkirinê xwegihandinê, gihand hikumetê. Lê belê hikumetê ev biryar bi tu awayî neanî cih. Bi vê rewşê Îmralî, bi awayekî ku li dijî standartên mafên mirovan ên bingehîn ên gerdûnî, hiqûqa navxweyî derveyî hiqûqî bi giştî qadeke ku li gorî biryarên polîtîk tê rêvebirin e.
*Ji sala 1999’an ve heta niha rewşeke tecrîdê heye. Em îfade dikin ku di van salan de ev belavî hemû welat û qadan bûye. Tecrîd çawa hatiye rewşa polîtîk?
Pergala tecrîdê; di aliyê Îmraliyê de tê wateye ‘pergala îşkenceyê.’ Ev hem rastiyek objektîf e, hem jî di biryara AÎHM’ê de, hem jî raporên CPT bi qonaxên xwe rewşek ku derketiye holê ye. Mixabin îşkenceya li Îmraliyê, di heman demê de awayeke rêveberinê ye. Li cihê ku îşkence lê heye, eşkere ye ku behsa hiqûqê nayê kirin. Ev pergala ku hewl tê dayîn bi awayekî bêhiqûqî hatiye avakirin û bêhiqûqî tê berdewamkirin, ji ber nûnertiya birêz Ocalan û nasnameya polîtîk, li dora Îmraliyê honandiye û di asta ku hatiyê de, belavî hemû Tirkiyeyê bûye û belavbûnê berdewam dike. Avakirina girtîgehên ku dişibin girtîgeha Îmraliyê, ev gertîgeh weke Îmraliyê der barê têkiliya civakî ya ketiye asta herî kêm, heman polîtîk, belavbûna zagonên cihêkar û pêkanîn; mînak cezayê muebeta giran a ku ji bo birez Ocalan anîn û di heman demê de belav bûye û bûye polîtîkayên mirinê, bi devên rayedaran hatî îfadekirin, îro li ser hezaran girtî tê pêkanîn, nepêkanîna biryara AÎHM tenê hinek ji tiyîsînên vê nehiqûqiyê ne. Mixabin pergala dijî hiqûqê ya li Îmralî tê encamdan û polîtîkayên zextên di civakê de û qedemeyên rêveberiyê de normalkirina wê rê li ber avakirina çandek ya nerênî vekir. Mixabin bêdengiya li beramberî pêkanînên der hiqûqê yên li Îmralî, encamên ku wê her beşê civakê rastî polîtakayên zextê were ava dike. Girankirina tecrîdê, rêveberiya wê xwe milîtarîst û otoriter kiriye, ji pêşketina parelel pêkanînê antidemokratîk, cihêkar û ne wekhevî hê kurtir bûye.
‘Dîplomasiya hiqûqa navneteweyî ya pişt derî’
Polîtîkayên ku ev zêdeyî 25 sal in li Îmralî rojane tên pêkanan sîstematîk in. Ev fikrên ku di encama polîtîkayên vê rejîma Tirkiyeyê ava kiriye de, me dibe encamên şaş. Rastiyek ku ev pirsgirêkên dîplomasî ya li pişt derî ya hiqûqa navneteweyî li gorî berjewendiyên ku lê mutabiq in şêwe girtiye. Berovajî li ser maf û azadiyê hêza kêfî, hiqûqa pozîtîf û ji derveyî sîstema ceza, qadek derveyî hiqûqû , di nava sîstema hiqûqa Ewropayê de berdewamî qezenckirin wê ne pêkan bûye.
*Mafê hêviyê di demên dawî de di macerayên navneteweyî de yek ji têgeha ku herî zêde tê bikaranîn e. Mafê Hêviyê çi ye? Vekirina deriyê Îmraliyê çawa pêkan e?
Di sala 2001’ê de bi rakirina cezayê darvekirinê re sazumaniyên nû hatin çêkirin. Ev sazumaniyek ku der barê birêz Ocalan ji bo ji derketina ji şertê heta hetayî sûd negre de bû. Ji sala 2005’an ve wê Tirkiye guherînên ku di sîstema hiqûqê de xist meryetê, zagonên ku em jêre dibêjin ‘Zagonên Ocalan’, sazumaniyên ku navend Ocalan hate kirin. Rejîma înfaza giran divê sazumaniyê de ya herî giringe. Eve tê wateya ku heta kesek bimire wê di girtîgehê de bimîne. Bi tu awayî dernakeve, ji efuya giştî, ji daxistina ceza sûd nagre. Weke Abdullah Kuday di doşeka mirinê de jî be nayên tehliye kirin.
‘Tenê dikare bi efuya taybet a serokomar derbikeve’
Rejîma înfazê ya giran, hat îfadekirin ku li dijî qedexeya îşkenceyê ye, biryara ku der barê birêz Ocalan de hat dayîn birin AÎHM. AÎHM’ê di biryara ku di sala 2014’an da de diyar kir ku ‘Divê derfetê bi şert ê berdana ji cezayê muebeta girankirî, were naskirin divê hêviya berdanê ya nikarin kesekê heta hetayî li girtîgehê bimîne hebe divê mafê kes ê heviyê ji dest neyê girtin.’ Li gorî vê hate gotin ku ‘herî zêde divê ji bo kesek ku 20 an jî 25 sal in girtî ye, mekanîzmayek taybet ku rewşa wê derbikeve, di navberên diyar de careke din were nirxandin.’ ‘Hêviya kes a cardin wê bigihe azadiya xwe’
“Mafê Hêviyê” mafek ku girtiyê ku bi cezayê heta heta re rû bi rûye, piştî demekê ji bo pêkanîna cardin bikeve nava civakê derketiye pêş e. Kesê ku xwedî vî mafî, piştî demek diyar ya înfazê, cardin li ber çav were derbazkirin, ev berçav derbazkirin li ser kîjan sedeman wê were kirin, kî wê bi kijan rêbazan nirxandin bikin, bi zanabûn ceza înfaz dikin. Bi îfadeyek cûda mafê hêviyê, anîna awayek yê înfazê ku tê pêşbînî kirin ku hêviya kes ya cardin bigihe azadiyê di parêze pêktîne.
‘Têkoşînek bi bandor a civakê wê deriyê Îmraliyê veke’
Divê Tirkiye destpêkê cezayê muebeta giran rake û guherîna zagonî çêbike. Lê belê Tirkiye vê guherîna zagonê 10 sal in sekinandiye, Komîteya Wezîran gavek bi bandor navêje. Piştî vesaziya zagonî ya ku divê were kirin, bi hiqûqî wê li pêşiya azadiya fizîkî ya birêz Ocalan tu astengî nemîne. Lê belê hem polîtîkayên tecrîdê yên hikumeta Tirk, hem jî mekanîzmayên navneteweyî sekna wan a di mijara tecrîda li ser birêz Ocalan de, hem tecîrdê kûr dike, hem jî di rewşa ku li beramberî azadiya fizîkî ya birêz Ocalan de dibe astengiyek mezin. Ez difikirim ku li dijî vê polîtîkaya ku hatiye teşhîrkirin û di berdewakirina wê de îsrar tê kirin, li her qadê têkoşînek civakî wê bikaribe deriyê Îmraliyê veke.
*Ji bo bidawîkirina tecrîdê hewldanên hatin kirin, der barê daxuyaniyên di asta navneteweyî de hûn çi dibêjin?
Birêz Ocalan beriya pêvajoya Îmraliyê, piştî pêvajoya Îmraliyê diyar kiribû ku ew dikare ji pirsgirêka Kurd re piştevaniyek bi aqil, rast, dîrokî bike. Gelek caran hatiye dîtin ku tesbîtên birêz Ocalan ên der barê bi taybetî pirsgirêka Kurd û krîza li Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî de di aliyên xwe yên felsefî, sosyolojîk, exlaqî, siyasî, dîrokî û hwd de rast û kûr in. Dîsa pêşniyarên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmî hêjayî nîqaşên û îro li cîhanê ne. Bi rastî jî bi taybetî gelê Kurd birêz Ocalan ji bo xwe weke şans dibîne. Hêviya aştiyê, hêviya jiyana azad û azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan de dibîne. Ev jî dide nîşandan ku fikrên birêz Ocalan di tevahî civakê de bandora xwe çêdikin.
‘Ji her beşa civakê daxwaza azadiyê bilind dibe’
Di salên 2005-2006’an de me îradeya 3 milyonî zêdetir dît ku gotin ‘Ocalan îradeya min a siyasî ye.’ Em vê yekê di îmzeyên zêdeyî 10 milyon kesên ku di sala 2012’an de gotin ‘Ji Ocalan re Azadî’, di grevên birçîbûnê yên bi hezaran girtiyan de û di vîna bi milyonan de ku îro azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dixwazin, dibînin. Ji aliyê sendîkayên herî mezin ên cîhanê ve endamtiya rûmetê û protestoyên daxwaza azadiyê tên lidarxistin. Daxwaza azadiyê ji nivîskarên xwediyên Xelata Nobelê, parêzer, akademîsyen û hemû beşên civakê bilind dibe. Ev xalek e ku nayê paşguhkirin. Em di vir de dibînin ku êdî vê rewşê gelê Kurd jî derbas kiriye û her ku diçe xwedîderketin xurtir dibe. Daxuyaniya Pêngava Azadiyê ya dawî ya ji aliyê sazî û kesayetên dostên navneteweyî ve, mînakeke berbiçav a bandora birêz Ocalan û fikrên wî ye. Yek ji armanca birêz Ocalan ew e ku mijarê bike navneteweyî. Dema ku ji Sûriyeyê hat derxistin ji ber vê sedemê Ewropayê tercîh kir û Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji dewletên Ewropayê desteka dîplomatîk û siyasî bigre. Lê hat xwestin ku hewldana birêz Ocalan bi komploya herî mezin a navneteweyî re bi encam bibe. Lê ruxmê ku birêz Ocalan hat rehîngirtin jî vê hewldana xwe berdewam kir. Li derve jî têkoşînek pir bi bandor hat meşandin. Ji ber vê yekê xwedîderketina vê tekoşînê di asta navneteweyî de gelek girîng e. Lê xuyaye ku divê hîn zêdetir mezin bibe.
*Li erdnîgariya Tirkiye û Rojhilata Navîn şer belav dibe di vê xalê de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çima girîng e?
Îro di cîhanê de bi hinek hincetan û zemînan krîz berfireh dibin. Çavkaniya kaosa ku di dawiya çaryeka yekem a sedsala 21’ê de hatiye jiyîn, Rojhilata Navîn tê dîtin. Bi qasî guhertina statukoya hêzên herêmî, ji kaosa bi krîz û şerên li Rojhilata Navîn, berjewendiyên hegemonîk ên hêzên navneteweyî jî berpirsyar e. Ev jî nîşaneya krîza feraseta netewe-dewletan a antîdemokratîk e ku hêzên hegemonîk li cîhanê belav kirine. Nîşaneyeke din a krîza feraseta netewe-dewletê pirsgirêka Kurd e. Weke hûn jî dizanin Kurd di bin sîwana çar dewletên Rojhilata Navîn de rastî pêkanînên asîmîlasyon, tunekiirn û heta qirkirinê hatine. Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiye di pirsgirêka Kurd de bi tena serê xwe cureyên tundiyê pêk neanîn, bi destûra navneteweyî dikaribûn vê bikin. Têkoşînên azadiyê ku vê tu carî weke qeder qabûl nekirin jî kêm nebûn. Kurdan îradeya demokratîkkirina netew-dewletên parçeyên ku di destê wan de ne û di çarçoveya “mafê çarenûsiyê” de weke gel bijîn, berdewam kirin. Hewldanên wê yên ji bo eşkerekirina hêza xwe ya çareseriyê û geşedanên ku diqewimin, di Rojhilata Navîn de Kurd bûne xwedî roleke sereke û pirsgirêka Kurd derxistiye asta navneteweyî.
‘Divê were dîtin ku hêza çareseriyê ye’
Îfadeya herî xurt a vê îradeya ku pirsgirêk derxist asta navneteweyî û kir roleke sereke, fikrên birêz Ocalan bi xwe ye. Ji bo vê jî birêz Ocalan diyar dike ku ew xwe weke “Îradeya Kurdên Azad” dibîne. her çendî tu biecîbînî nebiecibînî yan jî tu hez bikî hez nekî jî divê were dîtin ku Ocalan nûnertiya gelê Kurd e û di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de muzakere, muxatabê sereke û hêza çareseriyê ye ye.
Beriya niha jî min diyar kir birêz Ocalan beriya Îmraliyê û di dema Îmraliyê de jî gelek caran nîşan da ku ew ê bi çareseriyên aqilane, rast û dîrokî tevkariyê li pirsgirêkê bike. Gelek pêşbînî û hişyariyên birêz Ocalan ên vê dawiyê bi şahidiya hemû aliyên pêwendîdar derketine holê. Birêz Ocalan di hevdîtina me ya pêncemîn û dawî ya 7’ê Tebaxa 2019’an de bal kişand ser îhtîmala nêzîk a şer û xwesteka xwe ya pêşîgirtina li vî şerî û hêza xwe ya derketina ji tundiyê û çareseriya makezagona demokratîk a pirsgirêka Kurd anî ziman. Gotibû “tenê hefteyek wext bidin min ez ê îhtîmala şer ji holê rakim. Ez dikarim di nava hefteyekê de hêza çareseriyê ava bikim, ji xwe bawer im, ez ê pêşî lê bigrim” Lê belê weke ku wî anî ziman, ne mêjiyê dewletê bersiv da û êrîşan rawestand, ne jî di asta navneteweyî de bersiv hat dayîn. Rewşa şer bi bandora xwe ya wêranker roj bi roj zêde dibe. Li Rojhilata Navîn a ku bûye deryaya xwînê, çareseriyên herêmî, aştiyane û aqilane yên birêz Ocalan ên ji bo gelan, di asta ku dikare şerê li Rojhilata Navîn rawestîne de ne. Di vî warî de azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ku dikare bibe hêza çareseriya herî kurt û bi bandor a vê pirsgirêkê û bandora wî gelek caran hatiye piştrastkirin, azadiya gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn e.
*Rûxmê ku polîtîkayên tecrîdê kûrtir dibin em dibînin ku felsefeya Abdullah Ocalan belav dibe. ev herî zêde di tevgera jinan de xwe dide hîskirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Her diçû, kesên di girtîgeha girava Îmraliyê de tên girtin derket holê ku têgeha tecrîdê têgeheke kûrtir e û ji wateya xwe ya ferhengî wêdetir behsa “pergalekê” dike. Armanca wê ya herî girîng ew e ku "bi bêbandorkirin, xistina bin kontrola xwe, an jî bişkîne û bi temamî tune bike."
Ev pergal ji bilî armanca xwe ku derketiye derveyî girtigehê. Ev pergal di rastiya xwe de nîşan dide ku pergalek jinan jî beriya 5 hezar salan xistiye bin bandora xwe û hê jî dixe. Ev pergal çawa tê meşandin? Dikuje, ger nekuje eziyet dike, di wateya civakî-aborî-siyasî-psîkolojîk-fizîkî de dagir dike, cudekarî dike, tenê dihêle, ji jiyanê qut dike. Yanî feraseta tecrîdê weke têgeh, 5 hezar sal in di jiyana jinan de ku weke kedxariya herî kevn tê binavkirin heye û mixabin hebûna xwe didomîne. Ev rastiyeke bê nîqaş e ku pergala tecrîdê ji aliyê hebûn û armanca xwe ve berhema polîtîkayeke mêrane ye. Weke ku min got, ev 5 hezar sal in di jiyana me de û bi pîvanên xwe yên cuda, weke amûreke faşîzmê; pratîkên antî-demokratîk ên heyî bi newekheviyê hebûna xwe didomînin. Helbet nerazîbûnên jinan li dijî vê pergala ku gav bi gav mîlîtarîzm û faşîzmê berfireh dike û polîtîkayên şer dimeşîne hene.
Di vê wateyê de jin hebûna xwe herî zêde di Modernîteya Demokratîk de, paradîgmaya rizgariya jinan, ekolojîk a ku birêz Ocalan weke alternatîfa pergala kapîtalîst pêşkêş dike, dibînin. Di vê paradîgmayê de hêviya şiyarbûna jinên ku 5 hezar sal in di bin dagirkeriyê de ne û hêviya bidestxistina maf û cewhera xwe heye. Azadiya jinan, wekhevî, demokrasî û avakirina jiyanê li ser esasê ekolojiyê heye. Di vê wateyê de jinên ku bi sîstemê re pirsgirêka wan heye, xwe di felsefeya 'Jin, jiyan, Azadî' de dibînin.”