Gefên li hember zarokên keç: Rewşa aborî û kevneşopiyên civakî

Mamosteyên jin ên Tûnisî bal kişandin ser rewşa zarokên keç ên gundên parêzgeha El-Qasrîn di warê xwendinê de û gotin: "Faktorên aborî, xizanî û adetên civakê yên paşverû dibin bend li hember hînbûna zarokên keç li gundan."

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Li gundewarên parêzgeha El-Qasrîn a Tûnisê jinên ciwan bi kêşeyên ku li hember xwendin û hînbûna wan dibin bend re rûbirû ne. Hemû faktorên civakî, aborî û erdnîgarî bandorê ser jiyana wan a xwendinê dikin. Ev herêm hatine paşguhkirin û adetên kevneşopî tê de serwer in. Her wiha xizanî û tunebûn jî bandorê dike ku zarokên keç dev ji xwendina xwe berdin.

Mamosteyên jin ên Tûnisî der barê rewşa gundan û pêvajoya xwendina zarokên keç anîn ziman. Mamosteyan dest nîşan kirin ku faktorên aborî, civakî û adetên paşverû dibin bend ji bo hînbûna zarokên keç.

'Ji bo debara malbata xwe bikin neçar dimînin xwendinê rawestînin’

Şeza El-Dexîlî da diyar kirin ku zarokên keç ên li gundan dijîn bi astengî û zehmetiyên ku li hember xwendina wan dibin bend re rûbirû ne û wiha got: “Hin malbat hene li gor wan divê tenê zarokên keç fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û piştre bi karê malê, xizmetkirina lawiran re mijûl bibe, her wiha bi temen biçûk bên zewicandin. Rewşa aborî jî bandorek mezin li xwendina zarokan dike. Bi taybetî di zivistanê de zarokên tên dibistanê ne cil û ne pêlavên wan guncav in ku ji serma biparêzin. Malbat jî nikarin pêdîviyên dibistanê bikirin. Ji ber vê zarokên xwe ji dibistanê dûrdixin. Gelek zarokên keç ji bo debara malbata xwe bikin di nava zeviyan de kar dikin û xwendina xwe temam nakin. Li kêleka wê faktora erdnîgarî û dûrbûna dibistanan jî dibe sedem ku malbat nehêlin zarokên xwe bixwînin."

'Hişmendiya paşverû bandorê ser xwendina zarokên keç dike'

Fadîla El-Camêyî jî tekez kir ku nînbûna zanebûna girîngiya xwendinê ji astengiyên herî mezin e ku zarokên keç pê re dimînin. Fadîla El-Camêyî wiha axivî: “Malbat difikirin eger zarok xwendina xwe temam bikin û derbasî bajêr bibin wê rastê xeteriyan bên. Ev hişmendiya kevneşopî dihêle zarokên keç ji xwendina xwe mehrûm bimînin. Yê herî bi êş jî malbat dibînin ku cihê jinan mal, xizmetkirina lawiran û karkirina di zeviyan de ye ne di dibistanan de ye. Zewaca bi temen biçûk jî dihêle zarokên keç ji xwendina xwe bê par bimînin. Her wiha di gundan de girîngî didin hînbûna zarokên xort. Ev jî mafê zarokên keç binpê dike û wan ji mafê xwendinê yên rewa bê par dihêlin."

'Rewşa aborî û xizanî jî bandor dike'

Monîra El-Rehmonî ev 35 sal pîşeya mamostetiyê dike û 9 salan di dibistanên gundan de zarokan hînî xwendinê kiriye. Monîra El-Rehmonî dibêje ku di tecrûbeyên xwe de dîtiye ku gelek dayîk ji bo zarokên xwe yên keç xwendina xwe bidomînin tevî hemû zehmetiyan têdikoşin û parastina mafên wan dikin. Monîra El-Rehmonî wiha got: “Lê mixabin rêjeya qutbûna zarokên keç ji xwendinê gelek bilind in. Malbatek li gundê Hasî El-Ferîd hebû ku zarokên xwe yên keç bi temen 13 an 15 salî dizewicînin. Min xwest mudexele bikim û vê bûyerê rawestînim lê zihniyeta wan a paşverû hakim bû. Her wiha hin zarokên keç ji ber rewşa malbatî ya xizanî dev ji xwendina xwe berdidin û li malê dimînin."

Kêşeyên ku zarokên keç pê re rûbirû dimînin

Mamosteyan dest nîşan kirin ku rewşa aborî û adetên civakê dibin bend ku zarokên keç li gundan xwendina xwe temam nekin. Her wiha dibistan jî ne guncavin ku zarok pêvajoya xwendinê bidomînin. Dûrbûna wê, riyên wê yên ne baş û windabûna ewlehiyê ev hemû dibin sedem ku malbat zarokên xwe bi xwendin nedin. Mamosteyan diyar kirin ku hewceya zarokên keç ên gundan bi jîngehek xwendinê heye. Çareseriya van pirsgirêkan jî zanebûna malbatan zêde bikin. Hînbûna zarokên gundan berpirsyara hikumet û civaka sivîl e ku pêdîviyên dibinstan peyda bikin.