Gefa li dijî Leyla Guven di rojeva meclisê de ye

Gefa gardiyanan a li dijî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li girtîgehê ket rojeva Meclisê.

Navenda Nûçeyan- Wekîla HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul gefa gardiyanan a li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpête girtiye pirsî.
Di pêşnûmeya pirsê ya bi daxwaza bersivdayîne Serokatiya Meclisê de jî Abdulhamît Gul hat pirsîn de ragihandina bûyerê ya keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan a li ser medyayê cih girt.
Sabîha Temîzkan di parvekirina xwe de wiha behsa bûyerê kiribû:
Ji ber ku destên wê di berîka wê de bûn ji aliyê gardiyanê mêr ve hat tehdîtkirin
“Ez bi dayika xwe Leyla Guven re axivîm. Dayika min diyar kir ku ji ber di beşa ku ew ji bo derzîlêdanê birine de destên wê di bêrîkên wê de bûn, ji aliyê gardiyanekî mêr ve hatiye tehdîtkirin. Gardiyanê bi navê 'Îsmaîl' ê ku got 'Destên xwe ji berîka xwe derxe', dema dayika min îtîraz kir bi gotina 'Tuyê ji niha û pê ve bibînî' bi awayekî vekirî gef li dayika min xwar. Dayika min Leyla Guven got ku gardiyan tevî astengiyên gardiyanan û Midûrî 2'emîn ê Girtîgehê jî gefên xwe domandiye. Dayika min got, “Ger ew nebûna dê tundiya fizîkî li dijî min bikira.” Dayika min got ku ew ê der barê bûyera li cihê kamera hebûne pêk hatiyê de serlêdana sûc bike.” 
Di pêşnûmeyê de, hat destnîşankirin ku divê der barê helwesta gefxwarinê ya li dijî Leyla Guven de gav bên avêtin û ji raya giştî re daxuyaniyek bê dayîn û ev pirs hatin pêşkêşkirin:
*Hûn ê der barê bêhurmetiya li dijî Leyla Guven hatiye kirin de lêpirsînê bidin destpêkirin?
*Gelo gardiyanê mêr ê ku Leyla Guven tehdît kir dê ji kar bê girtin?
*Hûn ê der barê mijarê de daxuyaniyek bidin raya giştî?