Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin
Li dijî êrîşên dewleta tikr li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengal, Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi vîna gel û gerila dê dagirkerî û îxanet têk biçe” li Qamişloyê meşek li dar xistin.
Qamişlo - Dewleta Tirk ji kîna têkçûna di her oparasyon, piroje û lîstokeke ku dest pê dike ji bo destdayîna li ser axa Sûriyeyê, tu çare jê re nema jibilî hedefgirtina sivîlan da ku şerekî taybet û tirsekê di nav civaka Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de bide avakirin. Dewleta Tirk bi riya balafirên keşfê yên bêmirov li seranserî herêmê êrîşan pêktîne û sivîlan hedef digre. Gaziyên Şer li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk, bi dirûşma “Bi vîna gel û gerila dê dagirkerî û îxanet têk biçe” meşek li dar xist. Di meşa endamên federasyonê, malbatên şehîdan û gelek şêniyên bajêr tê de beşdar bûn de li ber dergehê Navenda Muhemed Şêxo ya Çand û Hunerê destpêkir û li ber dergehê NY bidawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya Navenda NY yê daxuyanî hat xwendin.
Daxuyaniya ku ji hêla endamê Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kemal Rojhilat ve hat xwendin, wiha ye: “Bi navê Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên ku di pêvajoya herî hesas de li dijî terora çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan û praçeyek ji canê xwe feda kirin. Em bang li raya giştî, însanên ku mafê mirovan diparêzin û cîhanê dikin ku li dijî terora dewleta tirk helwesta xwe nîşan bidin. Bi salan dewleta tirk bi rêbazên terorên êrşîrî gelê kurd û Rojhilata Navîn dike û hewl dide ku gelê kurd di qirkirinên fîzîzkî û îdyolojî re derbas bike. Niha jî dewleta tirk li ber çavê cîhanê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike, guhertinên demografîk di van herêman de çêdike û gelê wê yê ku bi sedê salan tê de jiyan kiriye koçber dike. Ev kiryar ber çavê cîhanê pêk tên lê mixabin tu alî bersiv nade, ya ku bêtir dil dişkîne jî ew e ku Hukumeta Başûr PDK destek dide dewleta tirk û hevkariyê bi van kiryaran re dike ku ev xal jî dikeve bin xizmeta dijminê gelê kurd. Di dawiyê de bangewaziyên me ji bo Konseya Ewlekariyê, Saziya pêşîgirtina Îşkencê CPT, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW ku dev ji bêdengî û hevkariya dewleta Tirk berdin û li pêşiya zilm û komkujiyan bibin xwedî helwest. Di heman demê de em bang li PDK’ê dikin ku dev ji hevkariya bi dijminê gelê kurd re berde. Em bang li pêşmergeyên xwedî rûmet û welatparêz jî dikin ku neyên lîstoka dijminên xwe û navê xwe nexin dîroka îxanetê.”
Meş bi dirûşma “Bimre Îxanet, bimre dagirkerî” bi dawî bû.