Foza Yusif: Em di şoreşa jinê de fikrê azadiya jin û têkoşîna li dijî tundiyê esas digrin

Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê rola ragihandinê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jin bi beşdarbûna jinan ji tevahî rêxistinên û partiyên siyasî panêlek lidar dixe.

Qamişlo -Bi dewamiya rêzeçalakiyên Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya hemleya wan a sêyemîn a bi dirûşmeya “Bi têkoşîn û yekîtiya jinan em ê tundiya li ser jin bidawî bikin” hat destpêkirin de, îro li hola Zana bi armanca danasîna rola ragihandinê ya di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê panêlek tê lidarxistin.

Di vê panêlê de jinên ji tevahî rêxistinên siyasî, jinên hemû pêkhatiyan, saziyên civaka sivîl û leşkerî, rewşenbîr, êlên eşîran û kesayetên serbixwe beşar bûn. Ev panêl wê li ser du beşan bê birêvebirin, beşa yekem wê der barê rol û erka ragihandinê li dijî tundiya li ser jin be. Beşa duyem jî wê mijara wê tundiya li ser jin û rêbazên çareseriya zagonî li dijî vê tundiyê be. Piştî şîroveya van herdu mijaran wê nîqaşên girîng li ser wê bêne kirin, paşê di dawiyê de wê panêl bi biryarên girîng bi encam be.

Axiftina destpêkê ya panelê ji aliyê Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ve hat kirin.

‘Rehendên ku ji aliyê sîstemên serwer ve hatine pêşxistin li dijî azadiya jine’

Foza Yûsif  behsa serweriya  zimanê ragihandinê ya li dijî doza jinan kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em dixwazin di vê panêlê de zêdetir balê bikşînin li ser rola saziyên pêwendîdar di guherîna zîhniyet û pirsgirêkên civakî de.  Di roja îro de gelek şêwazên qirkirinê û tundiyê li ser jin têne meşandin taybet di herêmên dagirkirî de kiryarên qirker li dijî jinan hene. Ev kiryarên qirker li hember nasnameya jin û hebûna wê têne kirin ji bo wê em dixwazin taybet balê bikşînin ser rola ragihandiyê di rexnekirina tundiyê de û têkoşîna wê li dijî wê. Pirsgirêka jin di civakê de zêdetirî xwe civakî û siyasî ye ji ber rehendên ku ji aliyê sîstemên serwer ve hatine pêşxistin li dijî azadiya jine di heman demê de fikrê ku tê de dihat pêşxistin li dijî rehendên jin e. Heya niha ragihandinê ji bin fikrê sîstemên desthilatdar xwe rizgar nekiriye û di heman demê fikrê tê pêşkêşkirin jî gelek kêmasî tê de hene. Ger ragihandin roleke sereke bilîze dikare şoreşeke zihnî û guhertinên bingihîn ava bike. Di roja îro de gelek êrîş li ser nirxê jinan têne kirin li hember van êrîşan bi zimanekî paşketî pirsgirêka jin tên şîrovekirin, ji ber zimanê ragihandinê zimanekî zayend perest e û di cîhanê tevahî de jî ev heye. Tenê jinan weke reklam bikar tînin û teşhir dikin, her wiha ji fikirê azadîxwaz dûr dinirxînin. Loma em dibêjin li şûna ku ragihandin vê yekê rexne bikin bi zimanekî zayindperest tundiya li dijî jin raber dikin. “

‘Di şoreşa me de xeteke nû ya ragihandina azad afirandiye’

Foza Yûsif bal kişand li ser rola ragihandina şoreşa jin û parastina wê ya dozên jin û wiha pê de çû: “Di şoreşa me de xeteke nû ya ragihandina azad afirandiye. Ger îro ragihandina me destekê dide şoreşa azadiya jin ev bandora guherîneke bingehîn dike û erêniyekê diteyisîne. Me ragihanda zimanê jin û destgirtina jin pêşxistiye û balê dikşînin li ser têkoşîn û pirsgirêka hemû jinan. Pirsgirêka azadiya jin têkoşîna li dijî hişmendiya baviksalarî ye û pêwîste hemû ragihandin xwe ji zimanê baviksalariyê rizagr bike. Civaka ku nasnameya jin tê de hebe ew civak birêxistinkirî ye û pêwîste rojnamevan jî pirsgirêka jin weke pirsgirêka xwe bibîne. Pêwîste pîvanên exlaqî berçavan re derbas bikin, ji ber erkekî giran li ser milê ragihandinê ye. Ger hûndandina rojnamevan di nûçeyê de bedew be û azadîxwaz be ewqas fikrê me yê ji bo azadî û têkoşîna jin pêşdikeve. Her wiha ewqas wê xizmeta wekhevî û demokrasiye bike. Şoreşa me bi fikirê azadiyê despêkir û dikare di hemû waran de guhertinan çêbike. Li ser vî esasî em di şoreşa jin de fikrê azadiya jin û têkoşîna li dijî tundiyê em esas digrin. Bi hêviya ku ev panêl bibe bersiv ji hemû şîroveyên şaş ên li ser jinan û bibe cihê çareseriya pirsgirêkên wê.”