Forûma Jinan a Medyaya Tûnisê ji bo jinên rojnameger dest bi xebatan kir

Forûma Jinan a Medyaya Tûnisê, ji bo jinên rojnameger li dijî binpêkirinên mafan têbikoşin û di pozîsyonên biryargirtînê de zêdetir bikaribin rola xwe bilîzin û bên dîtin, dest bi xebatan kir.

NAZIHA BOUSSÎDÎ

Tûnis- Rojnamegerî yek ji pîşeyên herî zehmet e. Ger hûn li dijî hikûmetê û muxalefetê rojnamegeriyê bikin, zexta heyî digihîje astên cudatir. Ger hûn di çapemeniya hikûmetê de yan jî serbixwe û yan jî muxalif bin zêdetir bi binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû dimînin. Forûma Jinan a Medyaya Tûnisê ya ji bo li Tûnisê raporkirina van binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegerên jin, ji bo pirsgirêk û destkeftiyên jinan nîşan bide û ji bo di pozîsyonên rêveberiyê de zêdetir berpirsyariyê bigre xebatan dimeşîne, bi jinên rojnameger re hevgirtinê mezin dike.

Berpirsa Enformansyona Forûma Jinan a Medyaya Tûnisê Rojnameger Naîma Charmîtî, xebatên forûmê û tiştên jinên rojnameger dijîn, ji ajansa me re nirxand.

'Rojnamegerên jin di mekanîzmayên biryargirtinê de tune ne’

Berpirsa Enformansyona Forûma Jinan a Medyaya Tûnisê Rojnameger Naîma Charmîtî, diyar kir ku binpêkirina herî mezin a rojnamegerên jinên dijîn, astengiyên li pêşiya cihnegirtina wan a pozîsyonên rêveberiyê ne. Naîma Charmîtî, diyar kir ku wek forûm di vê mijarê xebatek dane destpêkirin û anî ziman hezar û 40 rojnamegerên jin ên bi awayekî fermî dixebitin hene lê di pozîsyonên biryargirtinê de cih nagirin. Naîma Charmîtî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

"Ji avakirina forûmê ya ji Çileya 2023’an vir ve, em ji bo çavderîkirina rewşa rojnamegerên jin dixebitin. Me dît ku jin bi tempoyeke bilind dixebitin û xwedî jêhatîbûnên bilind in. Lê ji bilî hin navên wek midûra giştî ya Atif Saghroni û midûrê televîzyona neteweyî Hind Ben Alia Ghribi, hema bibejê qet di pozîsyonên biryargirtinê de tune ne.”

'Bêîstîqrariya siyasî û aborî bandorê li daxwaza wan a girtina berpirsyariyê dike’

Naîma Charmîtî, diyar kir ku beriya destpêkirina xebatê ji aliyê rojnameger Suhaîr Lahyanî ve bi endamên forûmê û rojnamevanan re anketek çêkirine û diyar kir ku encamên vê anketê wê di destpêka meha Nîsanê de parve bikin. Naîma Charmîtî, diyar kir ku piştî parvekirina encamên anketê wê bi rojnamegerên jin re civînek pêk bînin û bi van civînan re armanca dikin ku bi jinan re xwebawerî û hişmendiyê bilind bikin. Naîma Charmîtî, destnîşan kir ku bêîstiqrariya siyasî û aborî ya li welat bandorê li daxwaza jinan a girtina berpirsyariyê jî dike.

'Rojnamegerên jin hewl didin li dijî gelek pirsgirêkan têbikoşin’

Naîma Charmîtî, destnîşan kir ku jinên rojnameger hewl didin bi gelek pirsgirêkan re têbikoşîn û diyar kir ku jin di qada xebatê de û ji aliyê çavkaniyên nûçeyan ve rastî tacîzê tên û di heman demê de bi hevpîşeyên xwe yên mêr re mûçeya wekhev nagirin û paşeroja wan a siyasî jî bi berfirehî tê lêpirsînkirin. Naîma Charmîtî, herî dawî wiha got: "Ez 13 sal in di qada medyayê de dixebitim û dizanim kêmasiyên min çi ne. Ez kar û xebatên hevpîşeyên xwe yên jin teqdîr dikim. Lê bi rojnamegerên jin re hinek tirs û fikar hene. Divê em di vê mijarê de piştgiriyê bidin hev. Divê em astengî û tirsê bi hev re derbas bikin. Berpirsiyariya forûmê jî ev e. Divê em ji bo ji bi jinan mafên wan bidin zanîn û hevgirtinê nîşan bidin pir bixebitin. Pêwîst e em di vê mijarê de bi rêxistin û komeleyên pîşeyî re jî di nava hevkariyê de bin.”