Fîzîkzan Maria Curie bi sampozyûmek hat bibîr anîn

Li Libyayê di çarçoveya roja navneteweyî ya fizîkê ya tibî de sempozyûmek hat lidarxistin, ev sempozyûm di roja rojbûna Maria Sklodoeska der barê radyoaktîvîteyê de xebatên lêkolînê kiribû û di tiba fizîkî de pêşengî kir, di 7’ê Mijdarê de hat lidarxistin

ÎBTÎSAM AXFîR

Bingazî – Fizîkzan û kîmyager Maria Sklodowska Curie di 7’ê Mijdara sala 1867’an de hatiye dinê, di 4’ê Tîrmeha sala 1934’an de jiyana xwe ji dest da, di qada radyoaktîvîte de pêşengî û lêkolîn dikir û di encama van lêkolînan de fizîkzan û kîmyagera Fitansî ya Polînya leyiqî xeleta nobelê hat ditîn û di sala 1903’an de xelata nobelê ya fizîkê, di sala 1911’an de xelata nobelê ya ya kîmyageriyê girt û avakera zanista rayolojiyê ye. Marie Sklodowska Curie ku bi xebatên xwe sînor derbas kir, bû yekem jina ku xelata nobelê girtiye û bû yekem kesa zanistî ku ev xelat du caran girt. Rêxistina navneteweyî ya tiba fizîkê (IOMP) ji sala 2003’an heta niha di 7’ê Mijdarê weke roja navneteweyî ya tiba fîzîkî tê pirozkirin.

Fîzîkzan axivîn

Sendîkaya giştî ya zanista fizîkî ya Libyayê di çarçoveya roja naveteweyî ya medîkala fîzîkî de li Bîngazî sempozyumek zanînstî li dar xist. Di sempozyûmê de gelek profesorên tiba fizîkî û akademîsyen beşdar rbûn. Nada Al-Jazawî di sempozyûmê de der barê zanista fizîkê de pêşkêşî kir û sempozyum da destpêkirin. Fîzîkzan Marwa Al-Masry bal kişand ser rola radyotrepiyê û fizîkzan Hawa Al-Zawî bal kişand ser rêbazên di radyolojiyê de radyasyonê. Profesor Wefaa Nagy makalyek di derbarê radyolojî û naskirina tibêde pêşkêş kir.

Ji bo bîranîna Marie Curie

Rêvebera sendîkaya giştî ya medikala fîzîkê Wafaa Al-Ashibi wiha got: “Amadekariyên sempozyumê tenê di çar rojan de temam bû, ya ku ev profesorî ava kir kesayeta zanistî ya Polonyalî Marie Curie û ji bo em bîranîna wê bi bîrbînin em pîroz dikin. Di çar qadên weke radyoterapiya zanîsta fîzîkê, radyolojiya tê nasîn, pêşîlêgirtina radyasyonê, tiba nukleer bûye profesor.”

‘Lênêrîna tendirustiya domdar’

Rêvebera beşa zanista fizîkê di nexweşxaneyeke bajarê Kufra de fizîkzan Hawa Al-Zawî wiha got: “Ji bo kesayeta zanîst ya Polonyalî Marie Curie ku di tiba fizîkê de elementên radyoaktîf keşif kiriye em pîroz bikin, me ev sempozyum li dar xistiye û me xwest em bi bîr binin. Pîrozbahiya îsal bi dirûşma ‘Ji bo berdewamiya lênêrîna tendirûstiyê tiba fizîkê’ hat lidarxistin, bi vê dirûşmê em ketin rê em di wê hêviyê de ne wê di nava civak yan jî nexweşxaneyên taybet de pisporî peyda bibe. Li Libyayê li gelek nexweşxaneyên taybet pisporî nîn e.”

Herî zêde jin beşdar bûn

Profesora fakulteya zanistê Nada Al-Jazwi got: “Ji bo em vê rojê pîroz bikin, rastî gelek şert û mercên zehmet hatin lê belê me ev hemû astengî derbas kirin û di nava çar rojan de hemû tiştên ku pêwîst in me amade kir û bal kişand ser girîngiya pîrozkirina vê rojê. Piranî kesên ku beşdarî sempozyumê bûne piraniya wan jin in û herî zêde jin bi vê qadê re eleqedar dibin.”