Fîruze Zugurlî qala salên 90’i kir: Me bi cilê xwe agirê Newrozê vêdixist
Fîruze Zugurlî ya ji navçeya Licê ya Amedê qala Newrozên di salên 90’î de kir ku zext û êrişên dewletê pir zêde bûn. Fîruze Zugurlî anî ziman ku ew bi cilên xwe agirê Newrozê dadane û got: “Bila Newroza 2025’an ji me re aştiyê bîne.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Newroza îsal bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Ji bo Newroza Amedê ya ku her sal bi milyonan kes beşdar dibin çend roj man. Li gelek deverên bajêr ji niha ve agir tên vêxistin. Yekemîn agirê Newrozê îsal li navçeya Licê di 12’ê Adarê de hat dadan. Gelê Licê yên ku di salên 90’î de dema ku îşkence, wendakirin, şewitandina gundan û qetlîaman agirê Newrozê pêdixistin, bi salan e vê çandê didomînin.
Fîruze Zugurlî ya ku ji Licê ye şahidiya xwe ya ji bo pîrozbahiyên Newrozên salên 80 û 90’î ji ajansa me re vegot.
Di salên 90’î de ruxmê zextên mezin Newrozê pîroz dikirin
Fîruze Zugurlî ku li gundê Fîsê yê Lîce ji dayîk bûye û mezin bûye, ji ber zextên dewletê neçar ma biçe Amedê û wiha got: “Ruxmê hemû zextên me jiyan kirî, ji berê heta niha em agirê Newrozê pêdixin. Her roja Newrozê gundê me weke stêrekê diteyise. Dema ez biçûk bûm li gel malbata xwe me agirê Newrozê pêdixist û piştre min ev kevneşopî gihand zarokên xwe. Di demê ez li gund bûm, ji bo pîrozbahiyên Newrozê mêran tekelên erebeyan dibirin tepe û li wêderê agir pêdixistin. Ez ji li gel wan diçûm. Bi taybet gel di salên 80-90’an de dibin zextên mezin de pîrozbahî dikirin. Wê demê me li Fîsê û çiya agir pêdixist û herçend veşartî be jî me Newroz pîroz dikir. Leşkeran li cihên agir bidîta bi serde digirt û mirovan binçav dikir. Ruxmê vê her 21’ê Adarê agir dihat pêxistin. Wê demê ez zarok bûm lê belê hê ew agirê li çiyê û dûxana wê li bîra min e.”
‘Me cilên xwe derdixist û agirê Newrozê pêdixist’
Fîruze Zugurlî destnîşan kir ku ji ber zextên dewletê di destpêka salên 1990’an de em neçar man koçî Amedê bikin û ruxmê koçê jî heman kevneşopî û têkoşîn dom kirine. Fîruze Zugurlî Newroza li Qada Batikent a di salên 90’ê de li Amedê hatî pîrozkirin bi bîrxist û wiha got: “Bi taybet di navbera salên 1991-1993’an de gelek zext hebû. Wê demê destûr nedihat dayîna pîrozbahiyên Newrozê û mirov dihatin binçavkirin. Lê belê ruxmê vê gel tu caran gav şunde neavêtin. Herçend astengî hebin, em çi dibe bila bibe diçun qadên Newrozê. Ên ku nediketin hindir di kolanan de agir pêdixistin. Ên ku diketin qadên Newrozê, dihatin lêgerînkirin û tiştek nedigirtin hindir. Wê demê ji bo pêxistina agir destûr nedidan em tiştekê bi xwere bibin. Me jî ne digot ciwan, kal û zarokin me çaket û şalen li ser xwe derdixst û agirê Newrozê pêdixist. Salên 90’ê wisan derbas bû û tu caran ez di mal de nemam.”
‘Newroza 2025’an bila aştiyê bîne’
Fîruze Zugurlî anî ziman ku gel di salên bûrî de ruxmê zextên dihat jiyîn berê xwe didan qadên Newrozê û îro li wî ruhê kevin digerin û divê bi ruhê salên 90’ê di Newroza 2025’an de li qadan bin û îfadekir ku gel ruxmê her cûrê zext û êşa ku jiyaye gav şûnde neavêtine û wiha got: “Agirê Newrozê ku îsal were pêxistin, agirê azadî û aştiyê ye. Newroz wateya jiyan û azadiya vî gelî ye. Bila agirê Newroza 2025’an ji bo me hemûyan aştiyê bîne. Îsal em ê vî agirî ji bo aştiyê pêbixin. Bi salan e ji bo aştî çêbibe em têdikoşin û êdî divê bikeve meriyetê.”