Fîrdevs Babat bi çeka cerdevan hatiye qetilkirin

Derket holê ku kûjer Ahmet Babat ê ku bi sûcê "Bi awayekê zanebûn kuştina zarokek” hat girtin, bi çeka birayê xwe yê cerdevan Fîrdevs Babat a ku cezayê wê li çemê Hêzil hat ditîn, qetil kiriye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnêx - Cenazeyê Fîrdevs Babat a li navçeya Qileban a ev demek e agahî jê ne dihat girtin, du roj berê li Çemê Hêzil hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî dîtina cenazêya hat dîtin de mêrê bi navê Ahmet Babat ê 21 salî hat binçavkirin. Kiryar Ahmet Babat di îfadeya xwe yê emniyetê de mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar anî, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de li xwe mikur hat ku ew Fîrdevs Babat qetil kiriye. Di rapora otopsiyê de, di laşê Fîrdevs Babat de 17 cihê gule hatin dîtin û dîtina jina ciwan ya bi awayekî tazî îdiayên destavêtinê xurtir kir.

Di laşê wê de hejmarek zêde gule heye

Parêzerên ku îfadeya kujer Ahmet Babat bi ajansa me re parve kirin van agahiyan dan: “Ahmet Babat di îfadeya xwe de dibêje ku bi Fîrdevs re derketine derve û piştî demekê dest bi nîqaşê kirine, divê kêliyê de Fîrdevs gotiye “ez ê te ji birayên xwe re bêjim’ û piştre kiryar çûyê malê û çeka birayê xwe yê cerdevan girtiye. Ahmet Babat ê ku piştî çeka girt ji nû ve vegeriyaye gel Fîrdevsê, li vir Fîrdevsê bi 17 caran cihên cuda yên laşê wê gulebaran dike, qetil dike. Ahmet Babat ê ku Fîrdevs qetil kir, piştre Fîrdevsê dibe beşekî Çemê Hêzil ya bi awayekê hişk diherike û davêje avê.”

Rastî êrişa zayendî jî hatiye!

Bersûcê ku komkujî qebûl kir lê îdiayên îstîsmara zayendî red kir, bi îdiaya "Bi zanebûn zarok kuştiye" hat girtin, bi temamî tazîbûna Fîrdevs Babat a ku di çemê Hêzil de hat ditîn, îdiayên êrişa zayendî xurtir dike. Parêzerên ku em li ser mijarê pê re axifîn, diyar kirin ku îdiayên êrişa zayendî dê bi rapora tipa edlî ya bê girtin were tesbîtkirin. 

Navenda Jinan daxuyaniya nivîskî da

Navenda Mafên Jinan a Baroya Şirnexê der barê bûyerê de li ser hesabên xwe yên medyayê daxuyaniyekî nivîskî weşand û diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin.